ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gundên Mabeta û Cindirêsê tên topbarankirin-NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundên Hemîlke û Ramadiye yên navçeya Cindêrêsê û gundê Merkan yê navçeya Mabeta ya Efrînê dike. Hate ragihandin ku di topbrana li dijî gundên Mebeta de sivîlek şehîd bû 3 sivîl jî birîndar bûn. -
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 40’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li Bilbilê 4 leşker û çete hatine kuştin. -
Hêzên Asayîşê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 endamên xwe eşkere kir yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn. -
YPG’ê li Bedînayê êrîş şikand, li Racoyê li dagirkeran da!
Êrîşên li ser Efrînê di roja 40’an de didome û li gelek cihan şerên giran heye. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Bagera Cizîrê û şervanekî ji ber nexweşiyê şehîd bû eşkere kir. -
QSD'ê nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Nasnameya 12 şervanên QSD'ê yên li Efrînê di berxwedana dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir. -
Artêşa Tirk dîsa êrîşî sivîlan kir: Kesek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe top avêt bajarokê Bedîna yê navçeya Mabeta ya Efrînê. Ji ber êrîşê sivîlek birîndar bû. -
YPG'ê bersiv da êrîşan: 4 leşker mirin, 6 leşker birîndar bûn
Li navçeya Bilbilê ya Efrînê, ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker didomin, YPG'ê bersiv da. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. -
Dayikên Efrînî: Em li pişt zarokên xwe ne
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji 7 heta 70 salî berxwedana Efrîniyan li her enî, çeper, mal û gundî mezin dibe. Dayikên Efrînî yên xwarinê ji zarokên xwe yên li eniyê re çêdikin gotin, "Yên li eniyê ne, zarokên me ne. Em heta dawiyê li pişt wan in." -
DYA: Êrîşa li ser Efrînê bala têkoşîna bi DAIŞ’ê re belav dike
Feramandarê CENTCOM Josehp Votel, destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê bala têkoşîna bi DAIŞ’ê re balav kir û got: “Em neçarin bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kar bikin.” -
Dîmenên kêliya teqandina wesayîta leşkerî ya li Bilbilê
Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeya Bilbil a Efrînê wesayîteke leşkerê Tirk û çeteyên wê rûxand. -
Li gundên Anqelê û Senarê yên Şiyê şer giran e
Li gundên Anqelê û Senarê ên girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk û El Nusra û çeteyên DAÎŞ’ê de şer bi giranî diqewime. -
Fransa: Pêwîstî bi mekanîzmaya ku agirbestê bişopîne heye
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ji bo Rojhilatê Gûtayê di çarçoveya agirbestê de bang li rejîma sûriyeyê kir û ragihand ku ji bo agirbestê mekanîzmaya şopandinê pêwîst e. -
Balafirên şer ên Tirk navçeya Cindirês a Efîrnê bombe dike
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê dewam dike. Di van saetan de balafirên şer ên artêşa Tirk bombeyan li ser navçeya Cindirês a Efrînê dibarîne. -
Navçeya Cindirêsê bi dijwarî tê topbaran kirin
Topbarana artêşa Tirk a dagirker bi ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê ve ji sibê ve didome. -
QSD’ê nasnameya 7 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di meha Sibatê de şehîd bûbûn eşkere kir. -
QSD: Herî kêm 31 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, 4 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand. -
Cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Nûman hate veşartin
Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Nûman ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Ji Eniyê: Li pey me gel û li pêş me jî gavên lerzo ên dijmin
Ji lehengên ‘Berxwedana Serdemê’ ku ji çar hêlên cîhanê mirovên alîgirên xwedî wijdan û mirovahiyê bi kelecanê, meraq û hêvî lê temaşe dikin peyam heye: Dema ku em li pey xwe dinerin em gelê xwe û dema ku em pêş xwe dinerin em gavên lerzok ên dijminên xwe -
Gundê Omerayê ji dagirkeran hate paqijkirin
Gundê Omerayê û girê wê yê navçeya Şerayê ya Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate paqijkirin. -
Hêzên YPG/YPJ'ê çepereke hêzên dagirker rûxandin
Hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Hekîçê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên terorê çalakiyek kirin û di encamê de çeperek dagirkeran rûxandin. -
Şervanên YPG’ê du kepçeyên artêşa Tirk rûxandin
Şervanên YPG/YPJ’ê li nêzî gundê Hekiç a Cindirêsê du kepçeyên artêşa Tirk dema çeper çêdikirin rûxandin. -
Dîmenên çalakiya şervanên YPJ’ê ya duh lidar xistî
Dîmenên çalakiya şervanên YPJ’ê ya ku dun li dijî wesayîteke artêşa Tirk a li gundê Mikê ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê lidar xistibû hate parvekirin. -
Spîegel: Propagandaya şer a Erdogan ji her tiştî re amade ye
Di versyona onlîne ya Kovara Der Spîegel de, di nûçeya bi îmzaya Maxîmîlîan Poppa hate parvekirin de, bal dikişîne ku rejîma Erdogan bê ka çawa civaka Tirk ber bi şer ve didehfîne.