Bi hezaran kes ji Efrînê diçin Şerayê
Girseya gel a ji şêniyên Efrînê ji bo destekê bidin berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ber bi navçeya Şera ve bi rê ket.
Girseya gel a ji şêniyên Efrînê ji bo destekê bidin berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ber bi navçeya Şera ve bi rê ket.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li kantona Efrînê di roja 46'an de ne. Bi hezaran kes ji bo destekê bidin şervanên Berxwedana Serdemê, li ber Nexweşxaneya Dersimê ya li navçeya Şerayê li hev civiyan û bi alên YPG/YPJ'ê mîtîngek li dar xistin.
Di mîtîngê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa axivî û bal kişand ser lehengiya şervanên YPG û YPJ'ê ya di Berxwedana Serdemê de. Mistefa got, dewleta Tirk dixwaze Efrînê dagir bike û piştre tevahiya Bakurê Sûriyeyê bi dest bixe.
Piştî axaftinê, konvoy bi qîrîna dirûşman ber bi navçeya Şera ve bi rê ket.