ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker jinek kuşt, kesek jî birîndar kir
Ji ber êrîşa artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, jineke 50 salî ya bi navê Remziye Ebdurrehman Omer şehîd bû, Nebî Safîr Şêxo yê 60 salî jî birîndar bû. -
Li Cindirêsê bi hezaran kes meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes li Cindirêsê kom bûn û bi armanca xwedîderketina li ‘Berxwedana Serdemê’ di bin bombebaran û topbaranê de meşiyan. -
Gelê Helebê ji bo Efrînê daket qadan
Bi sedan welatiyên bajarê Helebê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daket qadan û ‘Berxwedana Serdemê’ ya şervanên YPG/YPJ, QSD û gelê Efrînê silav kir. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gund û navçeyên Efrînê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û bi çekên giran gund û navçeyên Şera, Cindirêsê, Raco û Şiyê yên Efrînê bombebaran dike. Şervanên YPG/YPJ’ê jî li navçeya Şera û Bilbilê 2 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker rûxand. -
Li Minbicê tûgaya 3’emîn hate îlankirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi navê ‘Tugaya Şehîd Nûrî Esaf Nebawî’ tûgaya 3’emîn îlan kir. -
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 212 sivîl şehîd bûn
Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve 33 sivîl şehîd bûne û bi vê re hejmara sivîlên şehîd bûye 212. -
QSD’ê bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî
QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û diyar kir ku wan tu carî kesên sîvîl nekirine hedef û ew ê nekin jî. -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Xelef û Şêrhat hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xelef ( Fîdayî) û Amir El-Selîm (Şêrhat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
QSD: 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a 24 seatên dawî li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di şerê didome de heya niha 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatine kuştin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed spartin axê
Bi sedan welatiyên Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed ku di Pênagava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad spartin axê. -
QSD'ê nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Nasnameya 7 şervanên di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûn hate eşkerekirin. -
Dagirkeran jina 60 salî kuştin
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şiyê jineke 60 salî ya bi navê Zelûx Mihemed kuşt. -
Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Izedîn El Berho û Ehmed El Hesen ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn li Til Hemîsê hatin veşartin. -
Bomberdûman didome, li 8 eniyan şer giran e
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran û balafiran bombeyan li cih û warê sivîlan ê li Efrînê dibarîne. Li 7 gundan û li navenda Şiyê şerekî dijwar diqewime. -
'Efrîn ji bo hemû Sûriyeyê li ber xwe dide'
Hîkmet Habîb: Berxwedana Efrînê berxwedana gelên me ye ku bi hêza xwe û îradeya jiyana azad a demokratîk tê kirin. Lewma îradeyeke bê hempa derxistiye holê û wê teqez bi ser bikeve. -
YPG'ê nasnameya 10 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 10 şervanên xwe yên di Pêngava Bagera Cizîrê de li bejahiya Dêra Zorê şehîd bûn eşkere kir. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girseya gel a diçe Cindirêsê kir
Bi hezaran kes ji navenda Efrînê ber bi navçeya Cindirêsê ve bi rê ketin. Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî gel kir. -
Bi hezaran Efrînî diçin Cindirêsê
Bİ hezaran kesên li navenda bajarê Efrînê dijîn berê xwe dan navçeya Cindirêsê ku şerekî dijwar lê diqewime û bomberdûmaneke giran tê kirin. -
Li Şiyê şer, li Cindirêsê bomberdûman
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 44'an de ne. Li navçeya Şiyê şerekî dijwar diqewime. Li Cindirêsê jî bomberdûman heye. -
Zanîngeha Efrînê bû zanîngeha berxwedanê
Yek ji saziyên ku li Efrînê tevlî berxwedana serdemê bûne Zanîngeha Efrînê ye. Rektorê Zanîngeha Efrînê Dr. Ehmed Yûsif got, "Xwendekarên min li dijî dagirkeriyê berê xwe dan eniyê." Xwendekaran jî gotin, "Em ê rê nedin dagirkeriyê." -
Çeteyên Mertala Firatê êrîşî gundê di bin kontrola rejîmê de kirin
Komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê, êrîşî gundê Xalidiyê ya di bin kontrola hêzên artêşa rejîmê ya li rojhilatê Minbicê kirin. -
Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê sê şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Delîs Saroxan spartin axê. -
Li Cindirêsê 12 çete û leşker hatin kuştin
Hat diyarkirin ku li derdora navçeya Cindirêsê a Efrînê di şerê di navbera YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê derketî de 12 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. -
Dimenên rûxandina wesayîta artêşa Tirk a tîpa BMP
YPG, dîmenên wesayîta artêşa Tirk a tipa BMP a di navbera gundên Çema û Omera ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de hate rûxandin weşand. -
Li Raco 9 endamên JOH-POH hatin kuştin
Li sê enîyên Efrînê şer bi giranî diqewime. Şerê li navçeya Şera, gundên Mabeta û navenda Raco dewam dike. Li gundê Moseka ya Racoyê 9 endamên JOH-POH hatin kuştin.