Efrîn wê malovaniyê ji çalakiyên 8'ê Adarê re bike

Li Efrînê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê dewam dikin. Bi pêşengiya Kongreya Star wê sê rojan li bajêr çalakî bên lidarxistin.

Li Efrînê ku ev 45 roj in li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide, jin amadekariya 8'ê Adarê dikin. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê ji Şengal, Minbic, Heleb, Şam û Lubnanê jin ji bo destekê bidin Berxwedana Serdemê bên Efrînê. Ji 7 heta 9'ê Adarê jî wê bi pêşengiya Kongreya Star gelek çalakî werin lidarxistin.

Jinên ku bi vê armancê ji Qamişloyê bi rê ketin, wê danê vê êvarê bigihêjin Kobanê. Ji Kobanê, Minbic û Helebê jî wê jin tevlî vî karwanî bibin û sibe xwe bigihînin Efrînê.

Bernameya sê rojan a çalakiyên li Efrînê wiha ye:

7'Ê ADARÊ: Jin wê ji aliyê Kongreya Star ve bên pêşwazîkirin û serdana jinên ku xizmên wan di berxwedanê de şehîd bûne bê kirin.

8'Ê ADARÊ: Jin wê saet 11'an li navenda bajêr li hev bicivin û dest bi meşeke mezin bikin. Piştî meşê wê li Qada Azadiyê li ser berxwedana jinan a li Efrînê panelek bê lidarxistin.

9'Ê ADARÊ: Wê li gelek cihên Efrînê civînên jinan bên lidarxistin û berxwedana jinan bên vegotin.

Wekî din wê her sê rojan bi pêşengiya Kewana Zêrîn li gelek cihên bajêr konser û şano ji bo destekkirina berxwedêran bên organîzekirin.

Çav li rê ye ku bi hezaran jin tevlî çalakiyên 8'ê Adarê yên li Efrînê bibin.