ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Raco 9 endamên JOH-POH hatin kuştin
Li sê enîyên Efrînê şer bi giranî diqewime. Şerê li navçeya Şera, gundên Mabeta û navenda Raco dewam dike. Li gundê Moseka ya Racoyê 9 endamên JOH-POH hatin kuştin. -
Cenazeyê 3 şehîdên azadiyê li Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyê du şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê û endamê Hêzên Ewlehiya Hindir ên şehîd bibûn li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin. -
QSD: 5 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin, bi dehan leşker û çete hatine kuştin
QSD′ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşkere kir. -
Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê
Bi tevlîbûna welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 2 şervanên YPG’ê û şervaneke Hêzên Asayişê ku di Pêngava Bagera Cizrîê de şehîd bibûn li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê. -
Nasnameya 10 şehîdên Bagera Cizîrê hate eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Pêngava Bagera Cizîr a rizgarkirina Dêra Zorê de şehîd bûne eşkere kir. -
Artêşa Tirk li Şerayê qetlîamek din pêk anî: 5 sivîl hatin qetilkirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê warên welatiyên sivîl bi berdewamî dikin hedef. Li Şerayê 5 sivîl şehîd bûn. -
Dîmenên wesayîta leşkerî ya li Cindirêsê hate teqandin….
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenên kêliyê teqandina wesayîta leşkerî ya li gundê Celemê ya navçeya Cindirês a Efrînê parve kir. -
Dîmenên destpêkê ya nuqteya Hêzên Gelêrî hate weşandin
Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li dijî Hêzên Gelêrî yên artêşa Suriyeyê gelek şervan jiyana xwe ji dest dane. Şervanên birîndar ji aliyê Heyva Sor ve rakirin nexweşxaneyê. -
Li Cindirêsê wesayîta bi doçka hate îmhakirin-NÛ BÛ
Li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê wesayîta bi doçka hate îmhakirin. -
QSD’ê nasnameya 9 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 9 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Li dijî nuqteya Hêzên Gelêrî ya Sûriyeyê êrîşa hewayî
Artêşa Tirk a dagirker nuqteya Hêzên Gelêrî yên artêşa Sûriyeyê ya li navçeya Şera ya Efrînê bombeberan kir. -
Asya Ebdullah: Rûsyayê dagirkerî pesend kir Tirkiyeyê jî dagir kir
Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Ebdullah diyar kir ku dagirkeriya li ser Efrînê bi pesendkirina Rûsyayê pêk hatiye û got ‘Berxwedana Efrînê hemû Sûriyeyê diparêze.” -
Li 3 eniyan şer giran e
Li eniyên Raco, Cindirêsê û Şera yên Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk de şereke dijwar diqewime. Li Şerayê 2 BMB hate rûxandin û 16 dagirker hatin kuştin. -
YPG: Di êrîşên artêşa Tirk de 10 endamên Qiwat Şebî jiyana xwe ji dest dan
Artêşa Tirk di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de, li nêzî gundê Gora yê navçeya Racoyê yê yekîneyên Qiwat Şebî (Hêzên Gelêrî) yên girêdayî artêşa Sûriyeyê kir hedef. Di bomberanê de 10 endamên Hêzên Gelêrî jiyana xwe ji dest dan. -
Dayika Arnavût a ji Şehbayê di berxwedana Efrînê de ye
Sabîha Şaban ku ji ber êrîşên çeteyên Tirk ji Şehbayê reviya û xwe li Efrînê girt, kalikê wê li dijî Osmaniyan şer kiribû, ew û neviyên wê jî li dijî TC’ê li ber xwe didin. -
Jinên Efrînî li dijî dagirkeran çekê radikin
Li Efînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan ku sivîlan dikine hedef jin serî li HPC-Jinê didin, perwerdehiya çekê distînin û çê radikin. -
Li çar gundên Şerayê şer giran e
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera yê Efînê bombebaran dike. -
Artêşa Tirk li Cindirêsê dîsa li sivîlan xist: 8 sivîl şehîd, 12 sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker ku li Cindirêsê li sivîlan da, 8 kesên di êrîşê de şehîd û 12 kesên birîndar bûn rakirin navçeya Reyhanli ya Hatayê. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Cindirêsê dike
Helîkopterên tîpa kobra ên artêşa Tirk êrîşî gundên Cindirêsê Ramadiyê û Hemîlekê dike. -
Kêliya dîmenên wesayîta leşkerî ya li Raco hate teqandin...
Dîmenên kêliya wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk û çeteyê wê ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve tê teqandin hate parvekirin. -
Li Mabeta êrîş hate şkandin: Herî kêm 30 mirî
Li gundê Bedîna yê Mabetayê ku bi rojan e hêzên dagirker êrîş dike herî kêm 30 leşker û çete hatin kuştin. Êrîşa dagirkeran hate şkandin. -
QSD: Helîkopterek hate xistin, 3 wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê Ragihand ku 26 leşkerên Tirk û bi dehan çete hatine kuştin. -
YPG/YPJ li Racoyê lêda: 7 mirî
Ji aliyê YPG/YPJ’ê ve wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Gewada ya Racoyê hat ruxandin. 7 kesên di wesayîtê de hatin kuştin. -
Bombebarana li gundê Bedîna yê Racoyê didome
Bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li diji gundê Bedîna yê navçeya Racoyê didome. -
Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlehiya Navnetewî kirin
Partiyên siyasî yên ji herêma Cizîr û Bakurê Sûriyeyê serdana Efrînê kirin. Partiyên siyasî bi daxuyaniyekê bang li Konseya Ewlehiya Navnetewî kirin ku li Efrînê erka xwe pêk bînin.