Hêvî Mistefa bersiv da berdevkê NY'ê: Bila Efrînî biaxivin

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bersiv da îdîayên Berdevkê NY’yê. Hêvî Mistefa diyar kir ku biryara agirbestê li ser kazexê maye, di maweya agirbestê de dewleta Tirk 50 sivîl kuştine û got, ‘’Werin em bi gelê Efînê re biaxivin.’’

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra yên bi ser Efrînê de li gel biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî bi hemû tundiya xwe didome. Berdevkê NY’yê Stephane Dujarrîc, li gel ku dewleta Tirk agirbestê nas nake û êrîşên xwe zêde dike jî deng ji xwe dernaxîne rêveberî hêzên parastinê yên Efrînê tawanbar kir.

‘GEL BIBIRYAR E KU DESTÛRÊ NEDE DAGIRKERIYÊ’

Mistefa bersiva da sûcdariyên berdevkê NY’yê û got ji roja ku biryara agirbestê hatiya standine heta niha dewleta Tİrk bi balafirên şer û çekên giran li Efrînê 50 jin û zarok kuştine û bang li NY’yê kir ku were bi gele Efrînê re biaxivin. Mistefa got, ‘’Dewleta Tirk û komên terorîst ên bi ser wê ve ev 46 roj in gelê sivîl ê Efrînê dike armanc. Bi her cure rêbazên qirêj êrîşê bi ser gele Efrînê de tîne. Gelê me jî xaka xwe naterikîne û destûrê nade dagirkeriya dewleta Tirk.’’

DI DEMA AGIRBESTÊ DE 50 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Mistefa got li gel biryara agirbestê jî sivîl têne kuştin û got, ‘’Piştî 36 rojên bi êrîşên dagirker Konseya Ewlehiyên ya Neteweyên Yekbûyî biryara agirbestê li ser tevahiya Sûriyê stand. Di wê biryarê de me jî hêviyek dît ku kuştina sivîlan were astengkirin. Lê mixabin piştî vê biryarê êrîşên dewleta Tirk zêdetir bûn û barbariya xwe zêdetir kir. Ji dema ku biryara agirbestê hatî standin ve piranî jê zarok û jin 50 welatiyên me yên sivîl hatin kuştin.’’

‘FERMO, BI GELÊ EFRÎNÊ RE RÛNIN’

Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa got biryara agirbestê li ser kazexê maye û got: ‘’Werin bi gelê Efrînê re rûnin biaxivin. Biryara agirbestê li ser kazexê ma û ti komite ji bo ku vê agirbestê bişopîne nehate şopandin. Berevajî vê, duh Berdevkê NY’yê îdîa kir ku Rêveberiya Xweser a Efrînê û YPG nahêle gel ji Efrînê derkeve. Ên ku ji betanê ûrê xwe diaxivin bila şandeyekê bişînin û werin bi gelê Efrînê re biaxivin. Gelê Efrînê bi vîna xwe ya azad li ser xaka xwe dimîne û tercih dike ku xaka xwe li dijî dagirkeriya Tirk biparêze. Fermo, bila werin û bi gelê Efrînê re biaixvin.’’

BERDEVKÊ NY’YÊ ÇI GOTIBÛ?

Berdevkê NY’yê Stephane Dujarrîc gotibû,’’ Nêzî 5 hezar kesî ji Efrînê derket lê bi qasî ku me fêhm kiriye rêveberiya xwecih nahêla ku mirov ji vê herêmê derkevin.’’