Artêşa Tirk bi balafir û obusan bombe li Efrînê barand
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev jî bi balafirên şer û obusan bombe li gelek herêmên Efrînê barand.
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev jî bi balafirên şer û obusan bombe li gelek herêmên Efrînê barand.
Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 45'an de ne.
Balafirên şer duh bi şev bombe li navenda navçeya Şiyê û gundên Meydankê û Sinka barandin. Derdora herêma Racoyê jî ji aliyê balafirên şer û obusan ve hate bombekirin.
Artêşa Tirk duh bi şev bi balafirên şer bombe li derdora gundê Erendê yê navçeya Şiyê barand.
Wekî din, artêşa dagirker û çeteyên wê top avêtin gundên navçeya Bilbilê. Bi obusan jî heta danê sibehê êrîşî navenda Cindirêsê kir.