Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker 21 firinên Efrînê xera bûn
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ev 46 roj in dewam dikin. 21 firinên il navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ev 46 roj in dewam dikin. 21 firinên il navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîde-DAÎŞ'ê, ku bi teknîk û çekên herî giran êrîşî Efrînê dikin, lê dikin nakin nikarin bi îradeya berxwedanê ya gelê Efrînê, li cih û warê sivîlan didin û bi vî rengî hewl didin bikin ku gel koçber bibe. Tevî dibistan, navendên tenduristiyê, depoyên avê û bendavan, artêşa Tirk a dagirker bombe li firinên ku ji bo sed hezaran însanî nan lê dixin barand û gelek firinên li bajêr xera kir. 21 firinên il navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan. Gelek firin tevî vê yekê jî di nava şert û mercên şer de dixebitin.
BI HEZARAN MIROV BÊ NAN HATIN HIŞTIN
Midûrê Giştî yê Firinên li Efrînê Bangîn Ebdo li ser mijarê agahî da û got, "Yek ji hedefên bomberdûmana artêşa Tirk, firina li Raco bû. Vê firinê nan li tevahiya navçeyê belav dikir, lê hate şewitandin. Ji ber vê êrîşê bi hezarn kes bê nan man. Yek ji firinên bûn hedef, firina li navçeya Cindirêsê ye. Firin ji ber êrîşê bi temamî hilweşiya. Vê firinê jî nan li tevahiya navçeyê belav dikir. Firinên li Bilbilê jî bûn hedefa êrîşan. Avahî û amûrên wan hatin hilweşandin. Wekî din bombe li firina li gundê Kotana jî hate barandin." Ebdo diyar kir ku firina li gundê Celeme ya li Şerawa jî hate bombekirin û zerareke mezin a madî li xwediyên firinan bûye.
JI BO BERSIVÊ BIDIN PÊDIVIYÊN GEL BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN
Ebdo diyar kir ku ji ber şer û bomberdûmana li herêmê ew nikarin biçin herêmên firin lê ne û wêneyên wan bikişînin û got, "Hejmara firinên ku ji ber bomberdûmanê nema dikarin kar bikin 21 e. Hejmara firinên kar dikin 19 ye. 3 ji van li herêma Şehba ne. Ya li gundê Badîna yê li navçeya Mabetayê, ji ber bomberdûmana giran a dema dawî nikare kar bike. Ji bo barê firina li gundê Dercemal a li kantona Şehbayê bê sivikkirin, firina li gundê Ziyaretê hate xebitandin. Tevî vê yekê, firinên ku nanê taybet lê dixin, dest bi lêxistina nanê normal kirin û buhayê nan li her derê bû yek." Ebdo anî ziman ku firinên heyî bi şev û roj dixebitin û hew didin bersivê bidin pêwîstiya gel.
19 FIRIN DI NAVA BOMBERDÛMANÊ DE XIZMETÊ DIKIN
Firinên ku ji ber bomberdûmanê xera bûne û nikarin kar bikin: Firina li Meydanekbez û Meydana ya li navçeya Raco, firina Qastele ya li navçeya Şera, firina Kotana ya li navçeya Bilbilê, firina Dersivan a li navçeya Şera, firina Kurka ya li navçeya Mabeta, firina Velîd a li navçeya Cindirêsê, firina Senar a li navçeya Şiyê, firina Kota ya li navçeya Bilbilê. Firinên li Efrîn û navçeyên wê tevî bomberdûman û topbaranê hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên gel: Firina otomatîk a li navenda Efrînê, firina gundê Marate, firina Hamade, firina Cûdî, firina Newrozê ya li navçeya Şera û firina Kefersefre ya li Cindirêsê.