NÛ BÛ-Navê şehîd û birîndarên Cindirêsê diyar bûn

Di êrîşa balefirên şer a li dijî gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê de, 2 kes şehîd bûn ku di nava wan de pitika 3 mehî jî heye. Li aliyê din di êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn.

Balefrinên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê barandin. Di êrîşê de pitika 3 mehî ya bi navê Diyana Gazi û Mahmud Alo şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê navê hinek ji 8 sivîlên birîndar wiha ne: Mihemed Sibhî Hesen (15), Sebah Cemal Salih (25), Fûad Xazî Salih (25), Sibhî Xazî Salih (30), Xedîce Mustefa (30) û Ebdullah Tirkî Dawûd (18), Ewner Salih Hesen (15) û zarokeke yek salî″.