Balefirên şer dîsa li sivîlan xist: 2 şehîd, 8 birîndar hene
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê êrîşî sivîlan kir. Li gorî agahiyên destpêkê 2 sivîl şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn.
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê êrîşî sivîlan kir. Li gorî agahiyên destpêkê 2 sivîl şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn.
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê û komkujiyên li dijî sivîlan didome.
Balefirên şer di van seat an de bombe li gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê barand. Di êrîşa hewayî ya bi 7 balefirên şer pêkhatî de 2 sivîl şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn. Nûçegihanê me yê li herêmê ragihand ku dibin enqazê de dibe cenazeyê sivîlan hebe.
Di bombeberanê de malên Dr. Omer, Nûr Elo ya Xazî zirar dîtine.
Îro danê sibê jî artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê sivîl kirin hedef û di êrîşên hewayî de 13 kes hatibûn qetilkirin, 3 ji wan zarok bûn.