Li gundê Mîska Jorîn yê Cindirêsê 4 sivîl şehîd bûn
Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Mîska Jorîn yê navçeya Cindirêsê de 4 sivîl şehîd bûn.
Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Mîska Jorîn yê navçeya Cindirêsê de 4 sivîl şehîd bûn.
Li derdora herêma Cindirêsê şer giran e. Artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve bi hemû hêza xwe ya teknîkî êrîşî navenda Cindirêsê dike û li herêmê bombebarana balafirên şer jî berdewam e.
Li hember van êrîşan şervanên YPG-YPJ berxwedaneke mezin raber dikin. Artêşa dagirker bi balafirên şer dîsa malên sîvîlan kir hedef. Li gundê Mîska Jorîn di encama êrîşên hewayî de 4 sivîl şehîd bûn.
Heyva Sor heya niha xwe gihandiye cenazeyê sivîlekî. Cenazeyên her sê sivîlên din di bin enqazê de mane.