QSD: Heta niha hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 47 rojan de hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  bi daxuyaniyeke nivîskî, bîlançoya êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir ya ku di 20’ê Çileyê de dest pê kiribû.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bi kar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.

1- Şehîdên hêzên me yên leşkerî: Di berxwedan û şerê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 283 şervanên me şehîd bûne û bi merasîmên fermî hatine veşartin.

2- Kuştiyên dijmin: Di şer û çalakiyên hêzên me li dijî artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê, hate teqezkirin ku hezar û 588 leşker û çete hatin kuştin. Hêzên me bi tekez kirin ku cenazeyên wan li qada şer hatine dîtin.

3- Êrîşên hewayî: Artêşa Tirk hezar û 26 caran li dijî cihê sivîlan, binesazî, stasyonên avê, dibistan û cihê mirîşak êrîşên hewayî pêk anî.

4- Êrîşên bi helîkopteran: Artêşa dagirker 56 êrîş li dijî cihê sivîlan û binesazî pêk anîn.

5-  Topbarana bi çekên giran:Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sê hezar û 307 caran bi çekên giran êrîş kir.

6-  Şerên rû bi rû:Hêzên me 643 caran bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kete nava şer û encamên wê diyar bûn. 176 caran jî şer rû da, lê encam nehatine diyarkirin.

7- Ketina balafiran: Hêzên  du helîkopter yek ji cûreya Kobra û yeke din jî ji cûreya Sikorskî ya veghustina leşkeran xistin xwarê û di encamê de 11 leşker hatin kuştin. Di nav wan de efserên payebilind jî hebûn.

Her wiha hêzên me du balafirên keşfê yek ji cûreya Dron û yek jî ji cûreya Bayraktar xistin xwarê.

Di heman demê de, hêzên me helîkoptereke artêşa dagirker jî derb kirin.

8- Wesayîtên ku hatine rûxandin: 96 wesayîtên leşkerî  ku tank, panzêr û erebeyên leşkerî di nav de hebûn hatin rûxandin. Her wiha 32 wesayîtên leşkerî ku tank û panzêr di nav de hebûn hatin derbkirin.ʺ