Edlîbî: Zîhniyeta DAÎŞ'ê li ku be em ê biçin wir

Berdevkê Artêşa Şoreşgeran Ebû Omer Edlîbî li ser vekişandina hêzên xwe ji Dêra Zorê û şandina ji bo Efrînê ji ANF'ê re axivî.

Hêzên Şoreşger ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye, bi sedan şervanên xwe li stadyûma bajêr a Reqayê li hev civand û bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hêzên xwe dişînin Efrînê.

Berdevkê Artêşa Şoreşgeran Ebû Omer Edlîbî piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên me û ji bo pirsa "DAÎŞ hê li Dêra Zorê heye, hûn çima diçin Efrînê?" ev bersiv da: "Rast e, DAÎŞ hê li Dêra Zorê heye, lê li Efrînê jî DAÎŞ heye".

Edlîbî destnîşan kir ku ti ferqa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji DAÎŞ'ê nîne û wiha dewam kir: "Xizmên me, gelê me yê ji Îdlib, Heleb û Şehbayê koçî Efrînê kirine hatine dorpêçkirin û bomberdûman li wan tê kirin. Em jî neçar man xwe ji Dêra Zorê vekişînin. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk em ê gelê xwe biparêzin."

Ebû Omer Edlîbî anî ziman ku wan der barê vê biryara xwe de agahî dane koalîsyona navneteweyî û got, "Li ser çûyina xwe ya ji bo Efrînê me agahî dan wan. Lê belê hê bersiv nedan me. Di demekê de ku li Efrînê êrîş li gelê me tê kirin, em nikarin hê bêhtir bisekinin. Niha 1200 endamên me ji bo çûyina Efrînê amade ne. Dema bê, li gorî pêwîstiyê em ê hêzeke din bişînin Efrînê."

Artêşa Şoreşgeran ku di bin sîwana QSD'ê de cih digire û tevlî operasyonên dijî DAÎŞ'ê bû, bi dehan şehîd da. Sê salên dawî li Reqa, Dêra Zor û Hesekê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi roleke çalak rabû.