Li Cindirêsê şer giran e
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 47'an de ne. Li navenda navçeya Cindirêsê, di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime.
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 47'an de ne. Li navenda navçeya Cindirêsê, di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li navenda navçeya Cindirêsê giran bûne. Êrîşên dagirkeriyê ev 47 roj in didomin. Şervanên YPG/YPJ'ê bersiva êrîşan didin.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li navenda navçeya Cindirêsê di vê kêliyê de şerekî dijwar diqewime.
Agahî li ser berfireha vî şerî bi dest neket.
Artêşa Tirk ev hefteyeke bi rengekî bê navbera bombeyan li navenda navçeya Cindirêsê dibarîne. Ji ber bomberdûmanê gelek sivîl şehîd bûn.