ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Goyî hate eşkerekirin
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê YPG’ê Ferhat Goyî yê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li Racoyê şehîd bibû, eşkere kir. -
Artêşa Tirk êrîşî Hêzên Gel ên Sûriyeyê kir: 8 mirî
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşî nuqteya Hêzên Gel ên artêşa Sûriyeyê kirin. Ji ber bomberdûmanê 8 endamên Hêzên Gel jiyana xwe ji dest dan. -
Şehîdên Efrînê hatin veşartin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirin û dagirkirina Efrînê, Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 54'an de ye. -
Gelê Efrînê ji her alî ve seferber bûye
Gelê Efrînê ku 54 roj in li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide, ji bo geşkirina berxwedanê li her qadê bi şervanên xwe re ye. -
Şehîdê destpêkê yê Efrînê jî bi destê çeteyên Azadî hatibû kuştin
Komên Azadî ku şehîdê destpêkê yê Efrînê yê Şoreşa Tîrmehê Çekdar kuştin, niha jî tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bûne. Hevalên şehîd Çekdar ên li dijî çeteyan li ber xwe didin dibêjin, wê rê nedin dagirkeran. -
Li Efrînê di şerê duh de 25 leşker û 46 çete hatin kuştin
Li eniyên Şiyê, Cindirêsê, Mabeta, Bilbilê, Şera û Racoyê di şerê dijî artêşa Tirk û çeteyên wê de 25 leşker û 46 çete hatin kuştin. -
Li gundê Meydankê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk hate rûxandin
Li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şerayê wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirk û çeteyê wê hate rûxandin. -
Karayilan: Berxwedan wê bi ser bikeve
Karayılan: Şer êdî derbasî qonaxeke nû bûye. Qonaxa yekem serketî bû. Eger di vê qonaxa nû de berxwedan bi şêwazê herî baş dom bike, wê berxwedan bi serketineke mezin tacîdar bibe. -
Dîmenên hinek ji kêliyên jiyanê ya li Efrînê…
Tevî hemû êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk berxwedana gel a li Efrînê dewam dike. -
NÛ BÛ-Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navenda Efrînê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda Efrînê dibarîne. -
Li Mabata û Şiyê şer bi giranî diqewime
Li navçeyên Mabata û Şiyê yên Efrînê şer bi giranî diqewime. Qasî hatî zelal kirin di şer de 31 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çete hatin kuştin. -
Firinên li Efrînê nan bê pere li gel belav dike
Piştî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê her ku diçe koçber li Efrînê zêde dibin, ji ber vê rewşê Meclîsa Gel a Efrînê biryar da ku firinên li bajêr xizmet bike ku nan bê pere li welatiyan belav bike. -
Cenazeyê şehîdê sivîl Ebdulxefûr li Qamişlo spartin axê
Bi sedan welatiyên bajarê Qamilo cenazeyê şehîdê sivîl Ebdulxefûr Hûtî ku di piştgiriya Berxwedana Serdemê’ encama krîza dil de, şehîd bûbû bi merasîmekê spartin axê. -
YPG: Yên ku li gel dewleta Tirk bên Efrînê wê di hedefa me de be
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ya ku têkildarî bicihkirina koçberan a ji bo guhertina demografiya Efrîn û gundên wê ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dom dike, daxuyaniyek da û got: “Her kesên li gel dewleta Tirk berê xwe bide Efrînê di hedefa me de ye." -
Artêşa Tirk li gundê Bedînayê komujiyek kir: 9 kes şehîd bûn
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedîna yê navçeya Mabeta a Efrînê sivîl qetilkir. -
YPG’ê li Tebqayê li dijî çeteyan çalakî lidar xist
Hêzên Ewlehiyê yên YPG’ê li Tebqayê li dijî hucreyekî DAIŞ’ê ku plana êrîş û sûîqastê li dijî saziyên sivîl û sivîlan dikir, bi operasyonekê bê bandor kir. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Kobanê kir
Hêzên Tirk ên dagirker bi obus û hawanan êrîşî gundê Zormîxar yê dikeve rojavayê Kobanê kir. -
Alimên dîn: Parastina Kurdistanê li EFrînê tê kirin
Alimên dînî yên Başûrê Kurdistanê, ku li dijî êrîşên Tirk ên li ser Efrînê, ji bo piştevaniyê hatin Efrînê gotin li Efrînê parastina Kurdistanê tê kirin û bang li Kurdan kirin ku bikevin nav vê parastinê. -
Nasnameya 13 şehîdên berxwedana Efrînê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 13 şervanên xwe yên li Efrînê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li navenda Efrînê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li navenda bajarê Efrînê barandin. -
Dagirkeran li Şerawa êrîş birin ser konvoya sivîlan
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Basut ê navçeya Şerawa ya Efrînê top avêt konvoya ji wesayitên sivîlan pêk tê. -
'Em ê bi ruhê hevrê Polat berxwedana Efrînê bi ser bixînin'
YPG'ê nasnameya şervanê xwe Polat Efrîn eşkere kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk êrîşa canbexşane pêk anî. -
Balafirên şer ên Tirk navenda Efrînê bombe dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, bombeyan li navenda Efrînê dibarîne. -
Kêliyên teqîna wesayîta leşkerî…
Kêliyên wesayîta leşkerî ya li gundê Cilbir a li Şêrewa hate rûxandin… -
Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li gundê Qizilbaş çalakiyeke fedayî lidar xist
Şervanê YPG’ê Polat Efrîn li îro li gundê Qizilbaş yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û şehîd ket.