Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê 2 sivîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrîn û navçeyên wê de 2 sivîlên din birîndar kir.
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrîn û navçeyên wê de 2 sivîlên din birîndar kir.
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê didomin. Di bombebarana li dijî navçeya Cindirêsê û derdora wê Xilûd Menkawî (19) û Zihûr Ebdkafî (45) birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û tên dermankirin.
Li navçeya Cindirêsê ku îro artêşa Tirk a dagirker ji sibê ve êrîşên giran pêk tîne, şerekî dijwar diqewime. Şervanên YPG/YPJ bersiva êrîşan didin û şer giran e.
Artêşa Tirk a dagirker îro navenda navçeya Cindirêsê bi giranî bombebaran kir.