Yek ji şehîdên destpêkê yên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê şervanê YPG'ê Mihemed Hadî (Başûr Soran) e. Bavê Soran Hadî Omer ji bo hevrêyên kurê xwe bibîne û destekê bide berxwedana serdemê hat Efrînê. Bavê Başûr Soran Hadî Omer tevî hevsera xwe ji bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hat Efrînê. Bav Omer got, ez hatim serketina Efrînê bibînim.
Hadî Omer destnîşan kir ku Efrîn wê ti carî têk neçe û got, "Ez hatim hevrêyên Başûr bibînim. Eger qebûl bikin, ez dixwazim li vir bimînim. Heta serketinê dixwazim li vir bimînim. Bi saya berxwedana şervanên me wê Efrîn nekeve. Bila Erdogan bşa zanibe, heta ku şervaneke/î me bimîne wê nikaribe bihostek ji axa Kurdistanê dagir bike."
'DIVÊ EM GUH BIDIN BANGA SEROK APO'
Hadî Omer got, "Efrîn keleha berxwedanê ya Kurdan e. Efrîn bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Wê ti carî ji Erdogan re nebe yar" û wiha dewam kir: "Ez bang li çar parçeyên Kurdistanê dikim; divê em Efrînê biparêzin. Serok Apo got 'Efrînê biparêzin'. Pêwîste em guh bidin vê banga Serok Apo. Heval Başûr ji herêma Soran guh da banga Serok Apo û hat Efrînê."
'EZ LI SER ŞOPA KURÊ XWE ME'
Bavê şervanê YPG'ê Başûr Soran Hadî Omer anî ziman ku ew li ser şopa kurê xwe ye û got, "Şehîd ti carî namirin. Şehîd Başûr jî nemiriye, ruhê wî niha li Efrînê bi hemû şervanan re ye. Ez li vê derê vê sozê didim gelê me: Li cîhanê kur didin ser şopa bavên xwe, lê ez didim ser şopa kurê xwe. Heta mirinê jî ez ê li ser şopa kurê xwe bim, li ser şopa Rêber Apo bim. Bila kes nebêje ku min kurê xwe winda kiriye, ez bi kurê xwe serbilind im. Kurekî min ê şervan hebû, lê niha 50 hezar keç û kurên min ên şervan hene."
'EM LI SER XETA EFRÎNÊ LI HEV BICIVIN'
Dayika Sîpan Xerîb û Çekdar Halo yên di parastina Kurdistanê de şehîd bûn Kurdistan Halo Xerîb jî bang li çar parçeyên Kurdistanê kir ku li ser xeta Efrînê li hev bicivin û got, "Em ji Rojhilat hatin Efrînê ji bo destekê bidin gel û şervanên xwe. Em bi canê xwe, bi xwîn û ruhê xwe bi gelê xwe re ne. Mirin jî be, jiyan jî be divê em bi gelê xwe re bin. Bang li çar parçeyên Kurdistanê idkim. Werin em li ser xeta Efrînê li hev bicivin, em bi hev re Efrînê biparêzin. Bijî Kurd û Kurdistan. Bijî Serok Apo."