Bi hezaran kesên gihiştin Efrînê li dijî êrîşan dest bi nobedê kirin

Bi hezaran kesên li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser navçeya Şerayê herikîn navçeyê, li dijî êrîşan wê heta sibe nobedê bigirin.

Bi hezaran kesên ku ji bo piştgirî bidin Berxwedan Serdemê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a hov û çeeyê yê ya li ser navçeya Şerayê di saetên sibê de berê xwe dabûn navçeya Şera ya Efrînê, gihiştin navçeyê. Girseya ku dirûşmê “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” qîrikirin, ber bi gundê Qert Qilagê ve ketin rê. Hevseroka Meclîsa Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif a bang li girseya ku gihişte gund kir, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk hemû hiqûqên navneteweyî binpê dike. Hediye bal kişand ku bi berxwedanên qehremanî hemû planên dewleta Tirk a faşîst vala tên derxistin, tevî hemû windahî û êrîşên hov berxwedaneke bê hempa tê kirin.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde demek dirêj li qada gund govend hate gerandin, piştre jî girseyê berê xwe dan gundê Qere Tepe. Gel wê li dijî êrîşan sibe li vir nobedê bidomîne.