Balafirên şer bombeyan li malên sivîlan dibarînin

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Miska Jorîn a li navçeya Cindirêsê barand.

Artêşa Tirk a dagirker ku dike nake nikare Efrînê dagir bike, êrîşî cih û warê sivîlan dike.

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker heta niha zêdeyî 200 sivîl şehîd bûn. Balafirên şer ên Tirk ji bo gelê sivîl ji herêmê birevînin, bê navber bombeyan li wan dibarînin.

Artêşa Tirk a dagirker îro jî bome li gundê Miska Jorîn ê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê barand.

Nûçegihanên li herêmê dîmenên bomberdûmana li cih û warê sivîlan kişandin.