Artêşa Tirk a dagirker li Şerayê sivîlek din jî qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê sivîlek din jî qetl kir.

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê ya dagirkirina Efrînê bê navber dom dike.

Îro ji saetên sibehê ve, artêşa Tirk a dagirker bi top û balafiran êrîşî gundên navçeya Şera dike û sivîlan dikin hedef.

Di encama topbarana li ser gundê Korikê de îro di saetên êvarê de welatiyê bi navê Rifet Celûsî (30) şehîd bû.

Her wiha di ecama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeya Cindirês a Efrînê de Dr. Şiyar Hecî Ebdo jî hatiibû qetilkirin.

Li gundên Merka û Karxe yên girêdayî navçeya Mabatayê jî Şêx Mihemet Elûş (75) û Esed Izet (50) hatibû qetilkirin.

Sivîlê 80 salî jî birîndar bibû.

Ji êrîşên 20’ê Çileyê ve bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Li gorî bîlançoya Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê ku 4’ê Adarê kiribû, herî kêm 212 sivîl hatibûn qetilkirin. Ji van 28 zarok û 25 jî jin in. Di êrîşan de jî 76 jê zarok herî kêm 612 sivîl hatibûn birîndarkirin. Bi êrîşên dawî re bîlanço hê zêdetir bûne.