Bi hezaran jin gihiştin Efrînê

Bi hezaran jinên ku ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li Efrînê ketibûn ser rê, gihiştin Efrînê.

Bi hezaran jinên ku ji Başûrê Kurdistan û Dêra Zorê, ji herêmên Cizre û Firatê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li Efrînê ketibûn ser rê, gihiştin Efrînê.

Girseya gel li Efrînê ji aliyê gelê Efrînê bi dirûşmeya silavdayina ‘Berxwedana Serdemê’ hatin pêşwazîkirin.

Ji bo piştgirîdayîna ‘Berxwedana Serdemê’ heyeta ku ji herêma Cizîrê, Şengal, Dêra Zor, Başûr û Bakurê Kurdistanê duh ji bo Efrînê ketin ser rê. Jinên ku li Kobanê navber dayîn meşê îro danê sibê bi beşdarbûna jinên ji Minbic û Reqayê ber bi Efrînê ve ketibûn ser rê.