Parîs û Londra banga lezgîn a civînê li NY’yê kir
Fransa û Îngiltere piştî serneketina agirbestê û şûnde banga lezgîn a civînê li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir.
Fransa û Îngiltere piştî serneketina agirbestê û şûnde banga lezgîn a civînê li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir.
Konseya Ewropa ya NY’yê beriya deh rojan bi piraniya dengan agirbesteke 30 rojan ya ji bo Sûriyeyê erê kiribû. Lê di serî de dewleta Tirkiye, rejîma Sûriye û komên çeteyan ev yek pêk neanî.
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de piştî agirbesta hatî îlankirin û şûnde gelek kes ku jin û zarok jî din av de bi dehan sivîl qetil kirine.
Rejîma Sûriye ya li gel Rûsya û Îranê bi îtifaq in, operasyonê xwe yên li Rojhilatê Gûtayê dewam dikin.
Tê payîn ku roja Çarşemê Konseya Ewlekariyê li hev bicivin.