QSDʹê û Hêzên Şoreşger ên Idlibê û Helebê “Ceyş El-Siwar, Cebhet El-Ekrad, Lîwa Şemis El-Şemal El-Demokratî, Meclîsa Leşkerî ya Îdlîbê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Nûnerên hêzên leşkerî û tevlîbûna gelek rojnamevanan li pêşiya Stada El Eswed a li Reqayê, daxuyanî ji aliyê Berdevkê Ceyş El Swar Umer El Îdlib ve hate xwedin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Piştî 46 rojan ji êrîşên dijminahiya Tirkiyê yên li ser gelê me yê Bakurê Sûriyê, bi taybet bajarê Efrînê û gundewarên wê ku êrîşên bejahî û hewayî pêk anîn. Di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar kirin û li gel bêdengiyekê bê sûc û sebeb ji aliyê civaka azad û demokratîk ve li hemberî kiryarên hikûmeta Erdogan- Tirkiyê, wekî komên şoreşgerî yên di bin bangê QSD‘ê ku bi hevkariyekê ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya şerê li dijî terorê ku em neçarin vê biryarê digirin.
Me di şerê xwe yê li dijî DAIŞ‘ê yê di nava 3 salan de li firehiyeke mezin ji erdîngariya Sûriyê, di nav de parêzgehên Heleb, Reqa, Dêra Zor û Hesekê gelek şehîd û birîndar dan.
Mixabin, îro em biryareke bi êş didin ku em hêzên xwe ji herêmên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên Dêra Zorê ku li dijî DAIŞ‘ê şer dikin vekşînin, bişînin Efrînê da ku li dijî dijminahiya Tirkiyê şer bikin.
Eger ku civaka navdewletî destwerdan kiriba û zext li hikûmeta Erdogan kiriba da ku êrîşên xwe yên bi bihaneya parastina ewlehiya Tirkiyê pêk bîne, em neçarî vê biryarê nedibûn.
Bila tevahî cîhan bizanibe ku..
Tişta hikûma Erdogan li bakur rojavayê Sûriyê pêk tîne, li rojhilatê Sûriyê careke din ruh da DAIŞʹê. Dema ku dawiya DAIŞʹê li ser destê QSDʹê nêz bû, istixbaratên Tirk çeteyên El-Qayîde (El-Nusra) şandin Îdlîbê da hemû hêzên şoreşger ên Sûrî li wir tasfiye bike, Îdlîb û gundewarên rojavayê Helebê ji El-Nusra re bibe çiravek. Ev yek dihêle ku teror li rojavayê Sûriyê jinûve vejîn bibe.
Tevahî cîhan dazane ku QSDʹê di 3 salên derbasbûyî de DAIŞ bin xist (taybet piştî ku me paytexta xîlafetê Reqa rizgar kir). Me bi hêz û îsrara xwe xewnên wan rûxandin.
Em dibêjin ku bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrîşên li ser Efrînê û hedefkirina gelê me yê bi ewle, hişt ku em hêzên xwe yên ku li dijî DAIŞʹê şer dikin, ji rojhilatê Sûriyê bikişînin û bişînin rojavayê Sûriyê da, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk şer bikin.
Efrîn bingeha avakirina Sûriyeke azad û demokratîk e û sembola jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de ye. Îro Tirkiye bi behanyên ku mejiyê mirov qebûl nakin, li Efrînê komkujiyan pêk tîne.
Roja 46 rojên berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk de, me biryar da ku em berê xwe bidin Efrînê û gelê yê ji tevahî herêmên Sûriyê biparêzin.
Em ji welatiyên Sûrî yên ku istixbaratên Tirkî wan li dijî me dide şerkirin re dibêjin ku Sûriye welatê me ye. Werin em yekîtiya xwe ava bikin û bi hevre welatê biparêzin. Şerme ku gelê Sûriyê ji bo xizmeta ajandayên herêmî (wekî Tirkiye) şerê hev bikin. Çima hûn li gel Tirkiyeyê li dijî gelê Sûriyê şer dikin?.
Ey gelê Sûriyê, dê neheqî bin bikeve. Em bi destekî daxwaza aştiyê dikin, bi destê din jî çekê hildigirin û li hember êrîşên dagirkeriyê welatê xwe diparêzin.
Sûriye ya gelê Sûriyê ye..armanca me avakirina welatekî azad dûrî terorê ye.
Bijî berxwedana Efrînê.ʺ