SACP: Êrîşên qirkirinê yên li Efrînê bila bên rawestandin
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîka (SACP) ragihand ku bi zimanekî tund qetlîamên dewleta Tirk û çeteyê wê yên bi pere yên li ser Efrînê şermezar dikin.
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîka (SACP) ragihand ku bi zimanekî tund qetlîamên dewleta Tirk û çeteyê wê yên bi pere yên li ser Efrînê şermezar dikin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê SACP ve hatî weşandin de bal kişand ser, tevgera dagirkeriyê ya leşkerên cîhadî û bi pere yên li gel çeteyên El Qaîdê li Efrînê êrîşên qirkirinê pêk tîne, har wiha hate destnîşankirin ku ev tevgera dagirker a li herêmê li dijî desthilatiya axê ye.
Di daxuyaniya de hewildanên artêşa Tirk a dagirkirina Efrînê û êrîşên qirkirinê a li ser gel bi zimanekî tund hat şermezarkiri, bang hat kirin ku Tirkiye êrîşan rawestine, divê ev şerê li dijî hiqûqa navnetewiye bê sekinandini.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên Erdogan erê kirî, dibe semde ku jin û zarok ji di nav de ziyan bigihêje bi hezaran sivîlan, hat diyarkirin ku ev êrîş bi çekên teknolojiya herî dawî yên Elman, Îngîlîz û Amerîka tê kirin.
Di daxuyaniya tê de hate bibîrxistin ku di demeke ku bandora êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê kêmbûyî de, bal hate kişandin ku di vê guhertinê de rola Kurdan heye. Tirkiye dixwaze li herêmê bibe serdest. Berdewamiya êrîşan hêzên navnetewî yên emperyalîst xizmetê ji hevkarên Rojhilata Navîn re dike.
SACP a bang li hikûmeta Bakûrê Efrîqa kir destnîşan kir kû ji bo bi dawî kirina qetlîaman erkê ku bikeve li ser milê wan wê bîne cîh; bang li gelê Efrîqa kir ku ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk tevlî tevgerên nerazîbûna navneteweyî bibin.