Artêşa Tirk li Mabetayê 2 sivîl qetil kir

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de, ya bi ser gundên Merka û Kaxrê ya navçeya Mabatayê de, du sivîl şehîd bûn û sivîlek birîndar bû.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi ser Efrînê didomin. Artêşa Tirk a dagirker gundên Merka û Karxe yên navçeya Mabetayê bombebaran kirin û di encamê de Şêx Mihemed Elûş (75) yê ji gundê Merka û Esed Îzet (50) yê ji gundê Kaxre qetil kir. Li gundê Merka jî sivîlê bi navê Abdullrehman (86) ku paşnavê wî ne hate zanîn birîndar bû.

Ji 20 Çileyê ve bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Li gorî bîlançoya Meclîsa Tendurisiya Kantona Efrînê ya 4’ê Adarê eşkere kirî, herî kêm 212 sivîl hatine qetilkirin. Jİ van 28 zarok û 25 jin in. Di êrîşan de 76 zarok û 612 kes jî birîndar bûn. Bi êrîşên dawî re ev bîlanço girantir bû.