Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin

Gelê Efrînê 17 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke taybet veşartin.

Li Efrînê 17 şehîdên Berxwedana Serdemê, ku di nav wan de 5 welatiyên sivîl jî hebûn, ji hêla gelê Efrînê ve hatin veşatin. Şandeyeke jinan a ku ji Bakurê Sûriyê, parçeyên dî yên Kurdistanê û dewletên Ereb ve hatibû, li ber nexweşxaneya Avrînê kom bûn û alayên YPG-YPJ’ê hildan, sembolên Bakurê Sûriyê rakirin.

Gel darbestên şehîdên Berxwedana Serdemê birin goristana Şehîd Avesta Xabûr û merasîmek hate pêkanîn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin Berxwedana Serdemê berxwedana gel e, gel xwedî vîneke qeyîm e û ti caran ti hêz wê nikaribe vê vîna gel bişkîne, “Tevî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hemû teknolojiya leşkerî li dijî welatiyên sivîl bikar tîne jî, dîsa jî nikaribûn vîna welatiyên Efrînê bişkînin.”

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku bi fedekariya şehîdan efsaneyên dîrokî tê nivîsandin û welatiyên Efrînê ti carî dest ji axa xwe bernadin û wê Efrînê bikin keleha berxwedanê.
Axaftanan gotin dewleta Tirk hewl dide ku demografiya herêmê biguherîne, li şûna gelên li Efrînnê çeteyên DAÎŞ’ê bi cih bike lê bele welatiyên Efrînê wê destûra vê planê nedin.

Piştî axaftinan welatiyan cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayîkan û durişmeyên bi dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Nasnameyên şehîdên ku hatin veşatin wiha ye:

Şehîdên QSD’ê: Cemal Qasim (Êrîş Andok), Bahoz Ozlab (Robar Korkmaz), Neşet Mihemed (Mezlûm), Hemîd Hesen (Kenco Efrîn), Amir Ezîz (Amed Efrîn), Ziyad Mistefa (Harûn Hemam), Ebdullah Xetîb (Zafir), Feysel Şêxo (Ezwam Hoş), Hemûd Îbrahîm (Mezlûm Sifîra)
Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê: Şiyar Hecî Ebdo

Şehîdên hêzên Asayîşê: Selah Genco

Şehîdên sivîl: Emîne Mistefa, Şêx Elûş, Eseed Mistefa, Rifeet Cilosî Zade, Ebdilrehman Xelîl.