YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên 28’ê Sibata 2018'an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn û nasnameya şervanekî xwe ku sala 2013'an de li Tirbespiyê şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên 28’ê Sibata 2018'an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn û nasnameya şervanekî xwe ku sala 2013'an de li Tirbespiyê şehîd bû, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û diyar kir, li bejahiya Dêra Zorê di Pêngava Bagera Cizîrê de roja 28'ê Sibata 2018'an 3 şervanên wan di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûne.
Navendê diyar kir ku her sê hevrêyên wan Goran, Welîd û Zagros ji bajarê Şedadê ne û bi eslê xwe Ereb in, bi destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê re tevlî nava refên YPG'ê bûn û bi têkoşîna xwe bûn semboal yekîtiya gelan.
YPG’ê têkildarî şehadeta şervanê xwe Zana yê ji Bakurê Kurdistanê jî ev agahî da; "Hevrêyê me Zana ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye û di nava malbateke welatparêz de mezin bûye... Dema ku çeteyên Cebhet El Nusra bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker sala 2013'an êrîşî xaka Rojava kirin, li ser esasê welatparêziyê berê xwe da qada berxwedanê ya şoreşa mirovahiyê ya Rojava. Hevrê Zana ji bo parastina nirxên şoreşê bi ked û fedekariya xwe li hember dijminên mirovahiyê şer kir û tevlî karwanên nemiran bû."
YPG'ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û soz da ku têkoşîna wan a li dijî dagirkeriyê wê heta serketinê bidome.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Goran Şedadê
Nav û Paşnav: Leys El Îsa
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an
***
Nasnav: Welîd Şedadê
Nav û Paşnav: Mihemed El Îsa
Navê Dayikê: Cahra
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an
***
Nasnav: Zagros Şedadê
Nav û Paşnav: Hisên El Rîme
Navê Dayikê: Henûf
Navê Bav: Mexlef
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an
***
Nasnav: Zana Wan
Nav û Paşnav: Zafer Agcakaya
Navê Dayikê: Narinc
Navê Bav: Hudeyda
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Dema Şehadetê: Tirbesipiyê / 19’ê Cotmeha 2013’an