Şervanê enternasyonalîst Hîlmarsson li Efrînê şehîd ket

Şervanên enternasyonalîst ê Îzlandî Haûkûr Hîlmarssson (Şahîn Huseyîn) li Efrînê şehîd ket.

Tabûra Azadî ya Enternasyonalîst (EOT) a ku daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku şervanê Îzlandî Haûkûr Hîlmarsson (Şahîn Huseynî) li Efrînê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Şervanê Îzlandî yê di Tabura Azadî ya Eneternasyonalîst deHaûkûr Hîlmarsson (Şahîn Huseynî) li Efrînê şehîd ketiye. Hevrêyê me ŞAhîn ê li xeta BAdîna a di encama bomberdûmana dijwar a artêşa Tirk de şehîd bûye, li eniyên berxwedanê yên Efrînê ji bo rûmet û azadiyê li ser milê hemû şervanên li eniyan şer dikine. Hevrêyê me Haûkûr Hîlmarsson ê ji Îzlandayê ji bo di Şoreşa Rojava de şer bike, li eniyên Reqa û Efrînê şer kir, weke şoreşgerekî nemir ê enternasyonalîst bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de sersaxî ji malbat û hevrêyên wî yên li gel şer dikin re dixwazin.

Hevrê Şahîn li Rojava destpêkê di nava Tabûra Azadî ya Enternasyonalîst (EOT) li eniya Reqa cih girt. Hevrê Şahîn bi sekna xwe ya bi disiplîn, rêxistinkirî û leşkerîbûna xwe derketiye pêş û li dijî DAIŞ’ê bûye fermandar. Di tabûra EOT’ê de weke fermandar cih girtiye.

Hevrê Şahîn ê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Reqayê cihê xwe girt û bi êrîşkirina li ser Efrînê re berê xwe dide eniyên Efrînê. Di roja duyemîn a êrîşên li ser Efrînê re li ser navê EOT’ê nivîsek dinivîse û li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst banga tehşîrê li gelê Ewropa dike û li ser vê bingehê bi hêzên enternasyonalîst re dikeve nava tevgerê.

Piştî ku digihêje Efrînê û şûnde li eniya Badîn- Dimilya cih digire. Hevrê Şahîn diyar kir ku ji bo ku li Efrînê ye pir kêfxweş e û destnîşan kiribû ku piştî şer wê li Efrînê bimîne. Weke şoreşgerkê bûye çavkaniya moralê ya şervanan.

Di demekî êrîşên çeteyan gur bûn de, heman demê dema ku bi obus, hewan û balafiran qad hatin bombe kirin hevrê Şahîn bi hevrêyên xwe yên MLKP’ê re ji bo li herêma lê şer bikin, li girekî li ser herêmê stratejîk çeper digirin. Dema ku çeteyan hewl dan êrîş bikin hevrêyan derb lê dan û şikandin. Li eniya ku şer lêdikirin bi dijwarî bi obusan hate bombe kirin. Li vê derê hevrê Şahîn li gel du şervanên Ereb li xeta Badîna-Dimilya şehîd dikevin.

Weke hêzên EOT’ê em dubare sersaxiyê ji malbat û hevrêyên wî yên li çeperên şer re dixwazin û soza heta dawî şordarê rêya wî û bilindkirina têkoşînê didin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şahîn Huseynî

Nav û Paşnav: Haûkûr Hîlmarsson

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reykjavîk/22’yê Tîrmeha 1986

Dîroka Hatina Rojava: Tîrmeha 2017

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Badîna-Efrîn/24’ê Sibata 2018”