Artêşa Tirk li Meydan Ekbezê 300 gundî dîl girt

Dewleta Tirk a dagirker li nehiya Meydan Ekbezê 300 sivîl dîl girt ku extiyar û zarok jî di nav de hene. Tê gotin ku zext li sivîlan kiriye ku ji bo bi rengekî 'erênî' biaxivin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ev hefteyeke dor li nehiya Meydan Ekbezê girtine. Çeteyên dewleta Tirk nêzî 300 sivîl dîl girtin ku jin û zarok jî di nava wan de hene û zext li wan kirin ku der barê wan de bi rengekî 'erênî' biaxivin.

Dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete dor li hin gundên nehiya Meydan Ekbez a li navçeya Raco ya li bakurê rojava yê Efrînê girtibûn û 300 sivîl li vê derê dîl girtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, gundiyên Miskûtê, Walikliyê, Kurê, Gazê, Kusa û Erebliyê ji ber ku rê girtî bû nekarîn xwe bigihînin Efrînê û artêşa Tirk ew li gundê Meydan Ekbezê kom kirin.

Hat ragihandin beşeke mezin a gundiyên li nehiyê hatine civandin extiyar in û zext li wan hatiye kirin ku der barê dewleta Tirk de bi 'erênî' biaxivin. Ji ber ku dewleta Tirk duh êrîşî stasyonên bazê kir, agahî ji welatiyan nayê girtin.