Hemo:  Efrîn dikare cîhanê ji Erdoğan rizgar bike

Siyasetmedarê Kurd Dozdar Hemo diyar kir ku Erdoğan li ser hemû gelên cîhanê tehdîdeke mezin e û got, “Li Efrînê ew ê neviyên Osmaniyan têk biçin. Efrîn wê cîhanê ji Erdoğan rizgar bike.”

Siyasetmedarê Kurd Dozdar Hemo têkildarî êrîşên dagirker ên li Efrînê, Berxwedana Serdemê û helwesta saziyên navneteweyî pirsên ANF’ê bersivand.

BIRYARA NY Û HELWESTA DEWLETAN

Hûn biryara agirbestê ya NY û helwesta dewletan çawa dinirxînin?

Ev saziyên navneteweyî yên di çarçoveya hiqûqa neteweyî de ne, him dewletan hişyar dikin û him jî dema dewlet li gorî van biryaran tevnegere, wan didarizîne. Ev saziyên wisa piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn ava bûn û bi Şerê Cîhanê yê 2’emîn re çalak bûn. Ev sazî ji bo lêpirsîna sûcên mirovayetiyê hatin ava kirin. Lê bi şerê cîhanê yê sêyemîn re, êdî ev sazî wateya xwe winda dikin. Êdî bûne cihên wisa ku, her kes tê gotina xwe dibêje. Heke biryar were wergirtin jî tu wateya wê zêde tune. Her kes li gorî berjewendiya dewleta xwe van biryaran pêk tîne. Heke li derveyî berjewendiya wan be, çavê xwe ji van biryaran re digirin.

Bi Bihara Gelan re derketiye holê ku ev sazî peywira xwe nikarin bi cih bînin. Berxwedana gelan ew deşîfre kir. Êdî hatiye asteke wisa ku berjewendî ketiye pêşiya gelan. Polîtîkaya bi exlaq û wijdan nayê esaskirin. Li gorî berjewendiya desthilatdariyan tê tevgerîn. Tenê dibêjin, ‘Em bi fikar in û em xemgîn in’ jê pê ve tiştekî din nabêjin û nakin. Li Efrînê zarok, kal û pîr tên qetilkirin; gazên jehrî tên bikaranîn lê ew dibêjin ‘Bila sîvîl nemirin’ Ango dixwazin bibêjin ku talan bikin lê ne zêde!

Ev sazî ji bo çi hatine avakirin, çima nakevin nav hewldanan? Esas ev sazî dixwazin bibêjin, hêza kê hebe, bila êrîşên yên din bike. Yan na ew ê dîrok van saziyan efû neke. Li Efrînê berxwedaneke bi rûmet tê kirin. Em ê jiyaneke bêrûmet nejîn. Kî dengê xwe ji siyaseta Erdoğan re neke, ew jî şirîkê/a Erdoğan e. Tiştên ku Seddam dikir, Erdoğan ji wî zêdetir dike.

Gelê Kurd ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşe. Bi gelên din re dixwaze wisa bijî. Kurd li hemû qadan ew ê têbikoşin. Li Efrînê tevî Kurdan, Ereb, Çerkez, Suryan jî li ber xwe didin. Bila kes nebêje Kurd nikarin tiştekî bikin, Kurd jî ew ê tercîha xwe bikin. Rejîma Sûriyeyê dibêje kes nikare sînorê Sûriyeyê derbas bike, lê Erdoğan îro sînor derbas kiriye.

Daxuyaniyên NY ên ji bo Efrînê divê mirov çawa binirxîne?

Rayedarên NY ji bo Efrînê daxuyaniyan didin, qaşo gelê Efrînê dixwaze derkeve lê destûra vî tiştî nayê dayîn. NY bi van daxuyaniyan dixwaze bibêje ‘Erdoğan tu dikarî qetlîaman bikî!’ Tê wateya ku ji Erdoğan re dibêjin, tu dikarî bi balefir, tank û topan Efrînê dagir bikî. Ji ber vê helwesta wan Erdoğan bi 72 balefiran êrîş kir. Ev saziyên ku ji bo çareserkirina kêşeyên gelan hatine avakirin, li ba talanker û mêtingeran disekinin û çavê xwe ji êrîşan re digirin.

Kurd ew ê ji van saziyan hesap bipirsin. Heke xwestina jiyana demokratîk a bi gelên din re sûc be, Kurd ew ê vî sûcî bidomînin. Li Efrînê bi sed hezaran kes hene, gelek penaber hene li Efrînê.

Helwesta rejîma Sûriyeyê û hêzên ku diçin Efrînê çi îfade dikin?

Kurd axa Sûriyeyê diparêzin. Kurdan di demên herî dijwar de jî, negotin em ê Sûriyeyê parçe bikin. Kurdan gotin em bi reng û zimanê xwe dixwazin bijîn. Kurd her dem ji bo vî tiştî têkoşiyan.

Heke Rûsya aliyê axa Sûriyeyê ya parçenekirî dixwaze, divê piştgiriyê bide projeya gelê Kurd û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwesta xwe diyar bike. Divê rejîma Sûriyeyê tevî berxwedana Efrînê bibe, heke ev tişt pêk were ew ê Erdoğan û çeteyên wî têk biçin. Heke rejîma Sûriyeyê vî tiştî neke, ew ê Kurd tena serê xwe jî be, dagirkeriya Erdoğan bidin sekinandin.

Li Sûriyeyê bi salan e, gelên cihê bi hev re dijîn. Kurd di heman demê de li dijî siyaseta qirêj jî têdikoşin, ji ber vê jî Berxwedana Efrînê berxwedana serdemê ye. Dagirker û talanker tu carî bi ser neketine û ew ê bi ser jî nekevin.

Efrîn ew ê têk neçe û ew ê xwe biparêze. Ew ê neviyên Osmaniyan têk biçin. Efrîn wê wekî Kuba û Wîetnamê bi ser bikeve û cîhanê ji Erdoğan rizgar bike.