QSD'ê bîlançoya roja 46'an a 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya roja 46’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi daxuyniyekê eşkere kir.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.
EFRÎN
Topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navenda bajarê Efrînê ji bo koçberkirina sivîlan, dewam dike. Di vê çarçoveyê de îro danê sibê 2 top li navenda bajarê Efrînê ket û di ecanamê de hejmarek sivîl (di nav de jin û zarok) birîndar bûn.
ŞERA
Li gundên Şera di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar diqewime. Bi taybet li gundê Metîna ji saetên sibê ta vê kêliyê şerê giran rû didin. Herwiha balafirên şer ên artêşa dagirker vê sibê bombe li gundê Elçiya barand. Her wiha ji şevê din ta vê sibê balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Sînka, Meydankê û navenda navçeyê bombebaran kir.
RACO
Duh heta derengiya şevê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora herêma Raco û gundên wê bombebaran kirin.
BILBILÊ
Artêşa Tirk a dagirker hemû gundên Bilbilê ji şevê din ve topbaran dike.
CINDIRÊSÊ
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê navenda herêma Cindirêsê, gundên derdora wê û gundê Derwîş topbaran kir.
Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker navenda herêma Cindirêsê bombebaran kirin. Di encamê de sivîl bûne qurbanî û cenazeyên ku jin û zarok di nav de hene, hîna di bin enqazan de ne.
Her wiha gundê Miskî ji duh heta niha tê topbaran kirin. Di heman demê de, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Firariyê bombebaran kir. Di encamê de sivîl ku jin û zarok di nava wan de hebûn, bûne qurbanî.
ŞIYÊ
Êrîşên hewayî ji şevê din heta saetên sibê navenda Şiyê û gundên derdora wê ranewestiya ye. Di heman eman demê de navend û gundên Şiyê hatin topbaran kirin. Bi taybet gundê Erendê bi dijwarî hate topbaran kirin.
MABETA
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Berîmce, Mîrkan û Şîtka bombebaran û topbaran kirin.