Eniya Şoreşger: Vekişîn, bingeha ji bo qirkirinê ye

Eniya Şoreşger nerazîbûn nîşan da û diyar kir, vekişîna emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji Rojava, plana ji bo amadekirina zemînê ji komkujî û qirkirinê re ye.

Eniya Şoreşger li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo vekişîna ji Sûriyeyê daxuyaniyek da û ev pirs kir: "Gelo pirsgirêk ew e ku DYE ji Rojava vekişe, ya jî atmosfera ku bi vekişînê re dixwaze biafirîne?"

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi berxwedana gelan re planên emperyalîstan ên bi rêya çeteyan dihate kirin, têk çûn û hate gotin, "Têkoşîna ku li ser bingeha Şoreşa Rojava û azadîparêziya Kurdan bi pêş ket, hem dek û dolabên dihatin gerandin ji hev xist, hem jî çete têk bir."

Eniya Şoreşger ragihand, vekişîna DYE'yê ji Rojava, planek ji bo amadekirina bingeha komkujî û qirkirinê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Pirsgirêk ne vekişîna wan e, pirsgirêk ew e ku çima û ji bo çi vedikişin. Kurd, Ereb, Suryanî, şoreşgerên navneteweyî û Tirkiyeyê heta niha bi hezaran şehîd û birîndar dan û jiyaneke azad, demokratîk û bi hev re afirandin. Vekişîna wan wê nikaribe van destketiyan ji holê rake."

Eniya Şoreşger diyar kir, ev gava nû ya DYE'yê tê wê wateyê ku ji Tirkiyeyê re dibêje 'Em vedikişin, hûn dikarin dagir bikin'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk ne tenê dagirker e, di heman demê de hewl dide gelê Kurd ê li herêmê tine bike, koçberiyê li ser ferz bike, demografiya herêmê biguherîne û bi vî rengî sûcên li dijî mirovahiyê dike."

Eniya Şoreşger destnîşan kir ku ev êrîş li ser bingeha dijminatiya li Kurdan êrîşên il dijî sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê û êrîşa li dijî hemû gelên herêmê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êrîşa faşîst, dagirkerî, şer û qirkirinê, têkoşîna hevpar a gelan wê bi ser bikeve."