Li Şefa û Sûsê şer giran e

Çeteyên DAÎŞ'ê bi rewşa nebaş a hewayê re êrîş birin ser nuqteyên QSD'ê yên li eniyên Şefa û Sûsê yên li Hecînê. Di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Çeteyên DAÎŞ'ê bi rewşa nebaş a hewayê re bi dehan wesayitên zirxî êrîş birin ser nuqteyên şervanên QSD'ê yên li eniyên Şefa û Sûsê.

Şervanên QSD'ê di cih de bersiv dan û li ser vê yekê şerekî dijwar dest pê kir.

Tê gotin ku di şer de gelek çete hatine kuştin.