QSD’ê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê têk bir: 20 çete hatin kuştin

Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî nuqteyên leşkerî ya nêzî bajarokê Ebû Hesen têk bir. Di şerê li herêmê de herî kêm 20 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê ya rizgarkirina herêmê Rojhilatê Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ‘ê didome. Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li herêmê jî didome.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên DAÎŞ’ê vê êvarê bi çekên giran êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê yên li nêzî bajaroka Ebû Hesen ê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê kirin.

Hate ragihandin ku şervanên QSD’ê êrîşa çeteyan şikandin û di êrîşê de herî kêm 20 çete hatine kuştin.

Şervanên QSD’ê pîştî şikandina êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê xebatên paqijkirinê dane destpêkirin.