Komuna Enternasyonalîst: Xwe ji bo berxwedaneke nû amade bikin

Komuna Enternasyonalîst a Rojava ya Federasyona Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku wê bi gel re li ber êrîşên faşîst rabin û bang li her kesî kir ku xwe ji bo berxwedan û qonaxeke nû ya têkoşînê amade bikin.

Komuna Enternasyonalîst a Rojava bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a faşîst û hevalbendên wê yên Îslamîst gefa êrîşeke nû li gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dixwin û û diyar kir, gefên nû yên Erdogan ên ji bo dagirkeriyê, "îlana vekirî ya şerê tinekirinê" ye.

Komunê bi bîr xist, ji destpêka şoreşê û vir ve dewleta Tirk, rejîma Sûriyeyê û hêzên emperyalîst ên bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsyayê, ji bo şoreşê qels bikin çi ji destê wan hat kirin.

JI BILÎ HÊZA XWE EM PIŞTA XWE BI KESÎ GERM NAKIN

Di daxuyaniyê de ji bo Rojava hate gotin, "Mînaka berbiçav û zindî ye ku di sedsala 21'ê de afirandina cîhaneke din pêkan e" û işaret bi dagirkirina Efrînê hate kirin ku bi bombeyên NATO'yê û tankên Elman hate dagirkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mirovên li vir û me jî ji Efrînê ev yek fêhm kir: Ji bilî hêza xwe divê em pişta xwe bi kesî germ nekin. Baweriya me qet bi daxuxyaniyên hêzên navneteweyî nayê û em ê serî li kesî jî nedin."

BERXWEDANEKE NÛ, ÇALAKIYEKE NÛ

Daxuyaniya Komuna Enternasyonalîst wiha dewam kir: "Em bang li her kesî dikin ku xwe ji bo berxwedaneke nû, xwe ji bo qonaxa nû ya têkoşînê amade bikin (...) Eger yên ku li dijî şoreşê şer dikin hêzên navneteweyî bin, wê çaxê berxwedana me jî wê bi vî rengî be. Werin em nîşanî her kesî bidin ku ev şoreş şerê me hemûyan e, Rojava hêviya me hemûyan e û raxin pêş çavan ku em ê paşeroja xwe bi hev re biparêzin."

Komuna Enternasyonalîst ragihand, ne tiştekî tesadûfî ye ku di vê qonaxê de êrîş were kirin û got, "Li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst, gelekî girîng e ku li her derê serhildan û parastina modernîteya demokratîk were kirin."

QONAXEKE NÛ DEST PÊ DIKE

Komuna Enternasyonalîst a Rojava diyar kir ku ji niha û pê ve ji bo wan qonaxeke nû dest pê dike û wiha dewam kir:

"Ji bo saziyên sivîl ên vê şoreşê destek bikin, wan fêhm bikin û bi pêş ve bibin, em li hev civiyan. Dixwazin vî şerî bi zorê li me û gelê Rojava bidin qebûlkirin. Lê belê eger dijmin alternatîfeke din ji me re nehêle, em ê jî xwe nedin alî. Em ê bi hemû hêza xwe şoreşê û civakê biparêzin. Ji deverên cuda yên cîhanê em bi nêrîn û tecrûbeyên cuda li hev civiyan, lê ev xak ji bo me bû mal. Em ê bi vî ruhî tevlî seferberiya giştî ya civakî bibin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 12'ê Kanûnê ragihand.

Hûn jî li gel şoreşê cih bigirin, dengê xwe bilind bikin, li kolanan li hev bicivin, komîteyên piştevaniyê û komên berxwedanê xurt bikin û yên nû ava bikin.

Ji bo balê bikişînin ser rewşa li Rojava, dest bi çalakiyên bê îteatiya sivîl bikin û bi awayekî vekirî piştgiriya xwe nîşan bidin."