NÛ BÛ-Li Efrînê teqîn

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewlet a dagirker ve hatiye dagirkirin teqînek bi hêz çêbû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, teqîn li ser rêya Maretê pêk hatiye. Hate ragihandin ku çeteyên Tûgaya Fatîh Sûltan hatiye hedefkirin.

Têkildarî teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Efrîn ji 18’ê Adarê ve dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

Di hefteyên dawî de li Efrînê gelek caran teqîn çêbûn.

Roja 18’ê Kanûnê seat 19:20’an li nêzî baregehekî artêşa Tirk a dagirker teqînek çêbûbû.

Roja 16’ê Kanûnê jî li qada Kawa ya Efrînê di nava çeteyan de teqînek çêbûbû.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê çalakiya li navenda Efrînê li xwe girtibû. Xezeba Zeytûnê ragihandibû ku koma çete ya Cebhet El Şamiye hatiye hedef kirin û zêdetirî 25 çete hatibûn kuştin.