MKG’ê ji bo rojnamevana girtî banga piştevaniyê kir

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) ji bo nûçeguhana Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç banga piştevaniyê kir ku Kilinç ji ber karê xwe tê sûcdarkirin û 2’yê Gulanê ve ye girtî ye.

MGK wê roja Înê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo rojnamevana nexweş a girtî daxuyaniyeke çapemeniyê bide. 

Rojnamevan li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê rehîngirtin. Perîhan Sevda Erkiliç a ku nexweşa kelyakê ye ji ber ku ji bo wê li girtîgehê mafê xwarinên bêgluten nayê dabînkirin, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ye.

MGK’ê li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û got: ‘’Nûçegihana Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç ji 2’yê Gulanê ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê rehîngirtin. Perîhan Sevda Erkilinç nexweşa kelyakê ye, jêre mafê xwarinên bêgluten nayê dabînkirin û tê astengkirin ku biçe nexweşxaneyê. Ji bo piştevaniya hempîşeya xwe em ê roja Înê li Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê li hev bicivin.’’