Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Şedadê hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. Di merasîmê de gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate şermezarkirin.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD`ê Bedir El-Celal (Asîfa), Mihemed El-Xelîf (Behir), Abdulrehman El-Siûd (Ebûd) û Beşar Xilêf (Dilyar) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Elî Şedadê û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şeadê Nacî Nicûm axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û ev tişt gotin; “Armanca gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji nû ve çeteyên DAÎŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve derbeyên giran dixwin, zindî bike. Ji bo parastina xak û gelê welatê xwe em ê her tiştê giranbuha bikin qurbanî.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê her çar şervanên QSD’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.