QSD: Di 48 saetên dawîn de 169 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 48 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku piştî biryara DYA’yê êrîşên çeteyan zêde bûne û di nava 48 saetên dawî de 169 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 48 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî biryara vekişînê ya DYA’yê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûne û di nava 48 saetên dawî de 169 çete hatine kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir;

PIŞTÎ BIRYARA DYE’YÊ ÊRÎŞ ZÊDE BÛN

Berovajî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ji vekişandina hêzên wan ji Sûriyê ku got "Rêxistina terorîst a DAÎŞ`ê li Sûriyê hatiye tunekirin", çeteyên DAIŞ`ê ji vê yekê derfet dît, hêzên xwe kom kirin û êrîşên xwe li dijî navendên şervanên me zêde kirin.

Serê sibê çeteyên DAÎŞ’ê  bi awayekî dijwar û bi êrîşên xwekuj, bi panzêran êrîşî nuqteyên şervanên me yên li eniya Hecîn û derdora wê kir. Şer çend saetan dewam kir. Di encama wê de şervanên me zêdetirî 5 çeteyên xwekuj kuştin. 12 çeteyên xwekuj beriya ku bigihîjin encamên xwe ji aliyê şervanan ve hatin kuştin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin. Cenazeyên gelek çeteyan ketin destê şervanan. Şervanên me li wê eniyê bi pêş ve çûn û êrîşên çeteyan têk birin.

Li aliyekî din jî li heman eniyê çeteyan hewl da hêzên xwe bi ser hev de bîne da ku êrîş bikin. Lê êrîşa wan hat têkbirin. Çeteyan bi top û moşekan êrîşî nuqteyên şervanan kir. Çeteyan hewl da ku di bin topbaran de êrîş bikin. Lê hewldanên wan ji aliyê şervanan ve hatin têkbirin. Di encama wê de gelek çete hatin kuştin û wesayîtek leşkerî hate teqandin.

Di saetên nîvro de jî çeteyan careke din hewl da êrîş bikin. Panzêreke terorîstan û wesayîteke ku çeka doçkayê li ser bû, hatin teqandin. Gelek çete hatin kuştin. Cenazeyê gelek çeteyan ketin destê şervanên me. Piştî ku şervanan derbeyên giran Ii çeteyan xistin, çeteyan bi topên hewanê û moşekan êrîş kir. Lê di encamê de tu zirar çênebûn. Du wesayîtên ketin destê şervanên me ji wan panzêrek û wesayîtek ku bi çeka doçkayê, her wiha gelek cebilxane jî ketin destê şervanan.

Ji aliyekî din ve li heman eniyê çeteyan bi dijwarî êrîşî nuqteyên şervanan kir. Di encama wê de hejmareke çete hatin kuştin û hindek jî birîndar bûn. Cenazeyê gelekan ketin destê şervanan. Şervanên me dozereke terorîstan kir hedef û hate bêbandorkirin. Şervanên me li wî aliyî bi pêş ve çûn. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî êrîşî baregehên çeteyan kir. Di encama wê de bi dehan çete hatin kuştin û baregehên wan hatin rûxandin.

Di heman demê de di saetên sibê de şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de derket. Şer heta saetên nîvro dewam kir. Di encama wê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Cenazeyên wan ketin destên şervanan. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî baregeh û tevgera çeteyan kir hedef.

Çeteyan  ji gelek aliyan ve hewl da êrîşî nuqteyên şervanên me bikin. Lê şervanên me hewldanên wan têk birin. Piştî wê ji dûr ve bi moşekên (SPG) êrîş kir lê tu zerar negihîşt şervanan. Li wê eniyê şerên demkî car caran rû didan, her wiha êrîş bi topên hewanê û moşekên SPG dihat kirin.

Di encamê de hin şervanên me birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyan.

BÎLANÇO

- 169 çete hatin kuştin, 31 cenazeyên wan ketin destê şervanan û 7 jî birîndar bûn. Çekên ku ketin destên şervanan: Çekeke doçka (12,5), panzêrek, çend çekên kalaşnîkof û miqdareke cebilxane.

- Zerarên ku gihîştin çeteyan: 36 baregehên wan hatin rûxandin, 5 rêyên leşkerî ku çeteyan bi kar dianîn hatin qutkirin, dozerek, wesayîteke bombebarkirî, 2 wesayîtên ku çeka doçka li ser, panzêrek û dozerek hatin teqandin.

- Balafirên koalîsyonê 82 derbeyên hewayî pêk anîn.