Muslim: Me negot werin, em nabêjin herin

Salih Muslim li ser biryara DYE'yê ya ji bo vekişînê got, li gorî şert û mercên ku berê eşkere kirin, biryareke ji nişka ve bû. Muslim got, "Ne me bang li wan kir, ne jî em dikarin ji wan re bêjin 'biçe'. Ji xwe ji bo parastina me nehatibûn."

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a PYD'ê Salih Muslim biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya vekişîna ji Sûriyeyê ku ji nişka ve hate dayin û pêwendiya vê biryarê bi gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand.

Muslim diyar kir, şert û mercên ku DYE'yê beriya niha ji bo vekişînê destnîşan kiribûn hîn bi cih nehatine, lewma biryara vekişînê ji nişka ve hatiye dayin. Muslim işaret bi wan şertan kir: "Bidawîbûna DAÎŞ'ê, vekişîna Îranê ji Sûriyeyê û pêkhatina aramiyê li Sûriyeyê. Ev xal timî dubare dikir. Ji ber ku ti ji van şertan bi cih nehatine, biryara hatiye dayin ji nişka ve bû. Ya ku em dibêjin, ev e."

BIRYAR A WAN E KU BIMÎNIN AN BIÇIN

Muslim anî ziman ku Koalîsyona Navneteweyî li ser banga wan nehatiye, lewma ew ê jê re nebêjin 'biçe' û wiha dewam kir: "Ji xwe ew ji bo parastina me nehatibûn. Em pişta xwe dispêrin xweparastin û hêza xwe. Em xwe bi rengekî rewa diparêzin. Me ti carî ev yek lawaz nekir. Man an jî neman, ew biryara wan e. Berjewendiyên me li hev kir, wê wextê em bi hev re tevgeriyan. Lê me ti carî pişta xwe bi wan germ nekir."

DEMA DAYINA BIRYARÊ PÊWENDIYA XWE BI GEFÊN DAGIRKERIYÊ RE HEYE

Muslim ragihand, gef û amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyeyê û biryara DYE'yê ya ji bo vekişîna leşkerên xwe, teqez bi hev re pêwendîdar in û wiha bi mijarê daket:

"Ji xwe ne zelal e bê li pişt perdeyê li ser çi li hev kirine. Lê ji ber dema dayina vê biryarê, em her du mijaran ji hev cuda nabînin. Bi taybetî gefên Erdogan ku dibêje 'Ez ê vî tiştî bikim, ez ê filan tiştî bînim serê wan' belasebep nînin. Xuya ye bi DYE'yê re li ser van mijaran axiviye. Tiştekî zelal û berbiçav li ber destê me nîne, lê belê ji bûyerên diqewimin û gotinên tên gotin, em van tiştan fêhm dikin."

EM LI DIYALOG Û LIHEVKIRINÊ VEKIRÎ NE

Muslim diyar kir, hêzên din ên navneteweyî jî wê li pêşberî vê biryara vekişînê hesabê xwe bikin û got, "Di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê de ji xwe nakokî hebûn. Niha wê hîn bêhtir derkevin. Berê digotin 'Emerîka heye' û nakokiyên xwe bi vî rengî dinixumandin. Waye Emerîka derdikeve, em ê bibînin bê wê çi bikin? Konjonktur tevlîhev e. Çawa ku her kes xwedî berjewendî ye û li vê yekê difikirin, ya ku em jî lê difikirin berjewendiyên gelên me ne. Em dikarin bi her kesî re diyalogê bikin, biaxivin û li hev bikin."

DIKARE ÊRÎŞ BIKE, EM Ê XWE BIPARÊZIN

Salih Muslim anî ziman, gefên Erdogan ên li dijî Bakurê Sûriyeyê cidî ne û got, "Radibe û rûdinê dibêje wê êrîş bike. Dikare êrîş bike. Em li ber kesî nagerin û nabêjin, 'êrîş neke', ya jî ji kesî re nabêjin 'me biparêzin'. Em jî hene, em ê xwe biparêzin. Em bi biryar in ku xwe bi rengekî topyekûn biparêzin. Em bi gelê xwe û sîstema xwe ya parastinê piştrast in. Her kes wê bi erka xwe rabe."

GEF E LI SER AŞTIYA CÎHANÊ

Salih Muslim ragihand, desthilatdariya Tirk bi vê zîhniyet û helwesta xwe ya êrîşkar, ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan û aştiya cîhanê gef û metirsî ye û got, "Eger yek bikeve nava mala te û êrîşî te bike, tu yê çi bike? Bêguman tu yê xwe biparêze. Em ê xwe biparêzin. Em ê li ber kesî negerin."