Çeteyên dewleta Tirk li Ezazê malbatek kuştin

Li bajarê Ezazê yê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên dewleta Tirk avêtin ser maleke li gundê Behrûtê û malbatek kuştin.

Li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin, komkkujiyek hate kirin. Çeteyan avêtin ser maleke li gundê Behrûtê yê Ezazê û xwediyê malê Ebû Ezo, hevser û kurê wî kuştin.

Tê gotin, komkujî ji aliyê çeteyên koma bi navê Tûgaya Mihemed El-Fatih ve hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, çeteyan beriya niha dest danîbûn ser bîra Ebû Ezo û ji ber ku Ezo li ber vê rabûye, gelek caran gef lê hatiye xwarin.