Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku azadiya gelên Îranê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan û seferberiya hêzên civakî dibe.

Girtiyên siyasî Werîşe Muradi, Reyhane Ensari, Sekine Pervane û Golrokh Îraei yên ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê dimînin, bi nameya ku şandin bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê dan.

Name duh (18’ê Hezîranê) li ser hesabê şexsî yê Golrokh Iraei li ser platforma medya dîjîtal (X) hate parvekirin. Çar girtiyên siyasî yên jin tekez kirin ku rizgariya gelê Îranê ji dîktatoriyê tenê bi têkoşîna gel û hêzên civakî dikare pêk were û gotin: “Eşkere ye ku hêzên ku dixwazin bi rêya îstismar, dagirkerî, şer û komkujiyê bi ser bikevin, dê ji bilî wêranî û neokolonyalîzmê tiştekî din neynin vê herêmê.”

Tevahiya nameyê wiha ye:

“Bi komkujî û kuştinê dewlemendî bi dest xist, bi dagirkeriyê bû mêvandar û di tevahiya jiyana xwe de, bi êrişkarî û qirkirinê Rojhilata Navîn veguherand qadeke şerên bêdawî.

Îsraîl piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn wekî baregeheke sereke ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, nûnerê herêmî yê hêzên super derket holê û hovîtiya xwe bi qirkirinê, pêşî li Filistînê, paşê li Iraq, Efganistan, Sûriye, Yemen û di dawiyê de li Xezayê, nîşanî tevahiya cîhanê da.

Ti ji van welatan bombeyên atomî an jî amadekariyên uranyûma dewlemendkirî tunebûn…

Jenosîd ne hewceyî hinceteke mentiqî ye. Lêbelê, demokrasiya rojavayî her gav li hincetekê digere da ku hovîtiya xwe ya domdar rewa bike û wêneya xwe ya qaşo demokratîk biparêze.
Nasnameya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ‘rejîma faşîst a Îsraîlê’ bi êrişkarî û kuştina zarokan hatiye şekildan, û wan tenê şer û wêranî anîne her welatekî ku çavê xwe lê danîne.

Êrişa li ser Îranê, komkujiya sivîlan û wêrankirina binesaziyê sûcên ku ji aliyê ‘rejîma siyonîst’ û piştgirên wê yên Amerîkî ve hatine kirin in, û em wan şermezar dikin, mîna sûcên din ên li Rojhilata Navîn.
Piştgiriya Îsraîlê an jî xwe dispêrin hêza wê ya wêranker jî şerm e, bêyî ku ji kê tê û xewn an armanca wê ya siyasî çi ye.

Azadiya gelê Îranê ne bi danîna hêviyan li hêzên derve, lê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel û seferberkirina hêzên civakî mimkun e. Ev hêzên ku bi salan e herêma me îstismar dikin û bi şer berjewendiyên xwe digerînin, tenê dê kolonyalîzmeke nû û wêraniyeke zêdetir bînin me.

Piştî wêrankirina binesaziya Sûriyeyê, xwesteka wan a pêkanîna heman senaryoyê li Îranê piştî Esed, birçîbûna Îsraîlê ji bo Rojhilata Navîn a qels û kontrolkirî eşkere dike.
Diyar e ku di sêwirana Rojhilata Navîn a nû de, tenê rejîmên ku bê şert û merc serweriya Îsraîlê li herêmê qebûl dikin, dê destûr bê dayîn ku bijîn.

Divê ew kesên ku xiyanetê li Îranê, li gelên Rojhilata Navîn û li têkoşîna wan a ji bo azadiyê ya bi salan dikin bizanin ku xiyaneta wan dê di bîra gelê Îranê û di dîrokê de were nivîsandin.

Ew kesên ku li ser cenazeyên mirovên bêparastin ditepisin, dê di pêşerojê de her tim bi şermê werin bîranîn.

Werîşe Muradî- Reyhane Ensari – Sekine Pervane – Golrokh İraei

Girtîgeha Evînê

18’ê Hezîrana 2025’an”