‘Cihê ku me kezeba xwe dayî em ê cane xwe jî bidin’

Li Kobanê biryara vekişîna Emerîka ya ji Sûriyeyê û gefên dagirkeriyê yên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava gel de pir tê nîqaşkirin.

Gelê Kobanê ji her deverên Sûriyeyê bêtir şer ji nêz ve dike. Lewma jî me nêrînên wan yên di derbarê gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û vekişîna Emerîka ji Sûriyeyê de girtin.

Welatiyê bi navê Ehmed Hemed Elî têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û got; "Dem ne demê berê ye û êdî xwediyê vê xakê hene. Hêza me heye û di vê alî de em xwedî tecrûbe ne jî. Niha çiqas Erdogan gefan bixwe jî li ser vê herêmê nikare tiştekî bike.”

Ehmed Hemed Elî bi domdarî got; “Ev xak bi xwîna şehîdên me hat avdan û me ew hesab jî kiriye. Me hesabê her tiştî kiriye em vî welatî carek din ji çete û çeqelan re nahêlin.”

Şemse Xelîl dibêje me cîger û kezeba xwe li vî bajarî da, lewma jî ya me ji zarokên me ne şîrîntir e em hazir in ji her bûyerê re û wiha pêde çû: “Tirkiye ev heft sal in di şerê Sûriyeyê de hemû cureyên çeteyên xwe şandin herêma me. Ji Ehrar El Şam heta DAÎŞ hemû têk çûn niha jî ew dixwaze di bin navê teroran de êrîşî vê herêmê bike. Ew bi xwe ketine nav qirîzekê bila krîza li welatên xwe çaresre bikin. Niha serxweş bûye û di dawiyê de jî wê aqûbeta Erdogan bibe wekî ya Sedam Huseyîn."

Welatiyê bi nave Xalid Bozan jî wiha got; “Em fêrî gefên Tirkiyeyê bûne û ev ji bo me ne nûye. Di dîrokê de hertim dema ku Tirkiye di nava xwede tengav dibe, gefan li Kurdan dixwe. Gefên Tirkiyeyê tu bandore li ser me nake. Em Kurd wiha fêr bûne mirin jî yek e û bila ser vê xaka pîroz be.”