Swêdî yê li Rojava bang li tenduristvanan kir!

Tenduristvanekî Swîsreyî ku li nexweşxaneyeke Hesekê ya leşkerî dixebite, ji bo ku çekan nedin dewleta Tİrk li dijî şîrketên çekan ên Ewropayê banga çalakiyên bêîtîatiya sivîl kir.

Li nexweşxaneya leşkerî ya  Hesekê ya Rojava ya Federasyona Bakurê Sûriyê, şervanên QSD'ê yên ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li Derazorê têdikoşin  û birîndar dibin têne tedawîkirin. Rojnameya '20 Mînuten' ku li Swîsreyê bi Elmanî, Fransî, Italî weşanê dike cih da banga tendirûstvanekî Swîsreyî ku li vê nexweşanê dixebite.

Rojnameyê navê tendiristvan ku navê xwe vedişêre bi rengê Claudîo da. Tendiristvanê Swîsreyî diyar kir ew ne tenê li dijî DAÎŞ'ê lê her wiha li dijî dewleta Tirk jî hazir in ku gelên herêmê û şoreşê biparêzin.

'HETA DAWIYÊ EM Ê LI VIR BIN'

Tendiristvanê navborî got li gel her cure şer ew ê li Rojava bimîne, li Kurdistanê çekên ku di komkujiyan de têne bikaranîn li Elmanya, Fransa, Swîsre, Italyayê têne hilberandin û bang kir ku li dijî van fîrmayên çekan çalakiyên bêîtîatiya sivîl werin kirin.

Tendiristvanê Swîsreyî bi Fransî wiha bang kir:

''Ez demokrat û sosyalît im û ji bo ku têkoşîna vir têkoşîna min e jî ez hatim Rojava. Ez li nexweşxaneya leşkerî ya Hesekê peywirdarê tendiristiyê me, şervanên ku li Dêrazorê di şerê dijî DAÎŞ'ê birîndar dibin tînin vir. Ji her dînî û her koma etnîk birîndar hene. Bi qasî Kurdan Ereb jî hene, Asûr, Êzîdî, Xiristiyan jî hene di nav birîndaran de. Bi qasî mêran şervanên jin jî yên birîndar hene.

Em hevalên li vir birîndaran tedawî dikin. Heta niha em ji DAÎŞ'ê û hovitiya wê ditirsiyan. Te divê bila DAÎŞ be, te divê bila dewleta Tirk ferq nake, em enternasyonalîstên vir hazir in ku mirovên vê herêmê û şoreşê li dijî dijminan biparêzin. Em diyar dikin, heta dawiyê em ê gelê Rojava û şoreşê biparêzin.

Li Efrînê yan jî li deverên din ên Kurdistanê sivîl bi çekên Elmanya, Fransa, Swîsre û Italayê têne kuştin. Ji bo vê jî li dijî van fîrmayên çekan em banga çalakiya bêîtîatiya sivîl dikin.''