Şervanên QSD'ê herî kêm 90 çeteyên DAÎŞ'ê kuştin

Şervanên QSD'ê, li Şefaa, El SûsAê û eniya rojhilat a Hecînê di şer de herî kêm 90 çeteyên DAÎŞ'ê kuştin.

Li Şefaa, El Sûsê û li eniya rojhilat a Hecînê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser çeperên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û ji ber êrîşê şerekî dijwar qewimî.

Çavkaniyên QSD'ê ragihandin, di şer de gelek baregeh û 3 wesayitên sotemeniyê yên çeteyên DAÎŞ'ê hatine rûxandin. Di şer de herî kêm 90 çete hatin kuştin û cenazeyê 12 ji wan li naverastê man.

Şervanên QSD'ê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan.

Tê gotin ku şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.