Festîvala ku tê plankirin di 28-29’ê Hezîranê de were lidar xistin, dê li herêmek ku 365 rojên salê qedexe ye û wekî "herêma ewlehiya taybet" hatiye ragihandin, pêk were. Ev qedexe tenê ji bo du rojên festîvalê tê rakirin. Festîval ji hêla Walîtiya Colemêrgê, Qeymeqamê Geverê û Wezareta Ciwan û Sporê ve tê organîzekirin.
Lê belê, tevî hişyariyên pispor û xelkê herêmê jî, amadekariyên festîvalê ji niha ve bûye sedema wêrankirina xwezayê. Gelek tuwaletên veguhêzbar û konteynerên çopê li herêmê hatine danîn û xebatên firehkirina rêyan ku xwezayê xira dike destpêkirin.
Xelkê herêmê nerazîbûn nîşanî çalakiya ku li deverên cemedî yên di bin gefa germbûna gerdûnî de tê lidarxistin da û xwest cihê festîvalê ji bo herêmeke din bê veguheztin.
Li gel vê yekê, Midûrê Ciwan û Sporê yê Colemêrgê, ragihand ku dê ji navend û navçeyan veguhestin bêpere be û ji bo vê yekê divê "Forma Qeydkirina Veguhestina Bêpere" were dagirtin.
Ji ber festîval bi aramancên siyasî û geştiyariyê tê lidar xistin û ev yek zirarê dide xwezayıê nerazîbûn mezin dibe. Pispor, hişyar dikin ku ekosîstemên hesas ên mîna Cîlo, dibe ku bi awayekî mayînde zirarê bibînin.