Dewleta Tirk li Efrînê bi dehan sivîl revandin!

Dewleta Tirk û çeteyên wê revandina sivîlan a li gund û navenda Efrînê didomînin. Îro piştî nîvro dewleta Tirk û çeteyan bi dehan sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji Efrînê hatine bidestxistin îro piştî nîvro leşkerên dewleta Tirk li gundê Kûrzelê bi zorê ketine malên sivîlan û bi dehan kes destgîr kirine.

Navê hinek kesên ku hatine destgîrkirin û revandin ku di nava wan de zarok jî hene wiha ne;

“Nûrî Hec Îbo (48), Ferhat Nûrî Hec Îbo (24), Salîh Şukrî Ebdo (34), Rengîn Mihemed Îbor, Ferhat Nîrî Îbo (18), Beşer Ehmed Osman (17), Zekî Şêxo, Hecî Kelo, Îsmet Cemîl, Ebdo Yusif Hem Kiro, Elî Ebdo Hemkiro, Îsmet Cemîl, Ebdo Yusif Hem Kiro, Eli Ebdo Hemkiro, Şervan Hesen Nasir, Ehmed Ebdulhenan Îbş, Rezan Sibnî Elî (33), Selem Sibnî (17), Welîd Cûma."