Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Egîd Girkê Legê, Egîd Til Koçer û Zinar Bajar bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanên YPG‘ê Ehmed Xelef (Egîd Girkê Legê), Enwer Hentûş (Egîd Til Koçer) û Hemza El-Elî ( Zinar Bajar) ku di "Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Til Koçerê ve bi rê ketin.

Bi sedan welatiyên navçeya Girkê Legê ku li Çerxerêya Azadî ya navçeyê kom bûbûn beşdarî karwanê cenazeyê şehîdan bûn. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîn azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre ji fermandarên YPG’ê Mihyedîn Xêrkê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Rojava re xwest û got; “Hêzên me yên leşkerî di salên dawî de îsbat kirin ku hêzên herî aktîv li herêmê ne ku dikare tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze û çeteyên DAÎŞ‘ê têk bibe."

Li ser navê Rêveberiya Xweser jî endamê Hevserokatiya Desteya Şûnwar û Tûrîzmî Hisên Elî axivî û got; “Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Dijmin dixwaze destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatina qezenckirin têk bibe, dixwaze hevgirtina me têk bibe, bila hemû kes bizane ku hêza me hevgirtîn û îradeye. Em ê ji dijmin re nebin pariyek ku zû bi zû were daqurtandin.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê hersê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.