Cenazeyê 6 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê 6 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê li Goristana ŞehÎd Hanî El-Hesen veşartin. Di merasîmê de nasnameay 13 şervanên QSD’ê hatin eşkere kirin.

Bi sedan welatiyên barokê Bîsêra, Şihêl, Dêra Zor û gundewarên wê bi tevlîbûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên QSD‘ê cenazeyê şervanên QSD‘ê Ebdulrehman Hemada (Xetab), Hisên El-Cerad ( Yaqûb), Ebdulhadî El-Xelef (Ridwan), Ismaîl Salim El-Rezûq (Mêmatî), Elî Mixlif El-Himêdî (Mihemed), Hemîd El-Hisên (Feysel) ku 19‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna  şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan di merasîmê de  şehadeta 13 şervanên QSD‘ê ku di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd dibûn ragihand. Nasnameya şehîdan wiha ye: Mihemed El-Egîdî (Honda Hecîn), Ebûd Ellewha (Ciwan Hecîn), Beşar El-Xilêf (Elî), Hisên Osman (Wîsam), Hisên El-Ehmed (Zagros Kişkiyê), Mihemed El-Mihemed (Waîl), Şamî El-Şamî (Hemze), Ebdulqadir El-Hemada (Hemze), Salih El-Ebdullah (Soro Baxoz), Seed El-Zayîd (Lorans), Samir El-Ehmed (Ûbeyda Teyana), Ebdulreheman El-Hemada (Zekî) û Îbrahîm El-Mixlif (Xelîl).

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê 6 şervanên QSD’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.