Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê bû hedefa êrîşê

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh ji ber êrîşeke çekdarî şehîd bû.

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh, li ser rêya Hesekê-Dêra Zorê bû hedefa êrîşa komeke çekdar. Di êrîşê de El-Fetîh jiyana xwe ji dest da, parêzvanê wî jî birîndar bû.

Parêzvanê El-Fetîh rakirin nexweşxaneyeke li Hesekê û tê gotin, rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Ji damezrînerên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh, mehên destpêkê yên sala 2018'an ji bo Hevserokatiya Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê hatibû wezîfedarkirin.